STENBOL – Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muvekîlê xwe Ocalan re hevdîtin bikin, cara 699’an serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan, serlêdan dîsa hat redkirin
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Çîçek, Serbay Koklu û Newroz Uysal, bi armanca bi muvekkilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Dozgeriyê bi hinceta Qanûna Der Barê Înfaz Tevdîrên Ewlehî û Cezayê ya bi Hejmara 5275'an ku mafê hikumxwaran kêm dike, serlêdan red kir.
Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de hevdîtin kiribûn. Parêzeran ji wê demê heta niha 699 caran serlêdan pêk anîn û hemû serlêdanên wan hatin redkirin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 699 caran serlêdanên parêzeran bi hinceta "keştî xera be ye", "Muxalefeta hewayê hey", “koster di tamîrê de ye" û "OHAL" heye, hatin redkirin.