AMED – Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Odeya Bijîşkan a Amedê diyar kir ku li gorî daneyên ÎHD’ê yên dawî li girtîgehan 357 jê girtiyên nexweşiya wan giran, bi tevahî hezar û 25 girtî hene û li gorî daneyên Wezareta Dadê jî 841 girtiyên nexweş hene û xwestin girtiyên nexweş demil dest bên berdan.
Şaxa Komelaya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê û Odeya Bijîşkan a Amedê bi boneya balê bikişînin ser “Hefteya Mafên Nexweşan a Cîhanê” li avahiya ÎHD’ê daxuyanî da. Serokê Şaxa ÎHD’ê Racî Bîlîcî û Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Şeyhmus Gokalp û rêveberiyan her du saziyan amade bûn. Li ser navê saziyan Endamê Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’a Amedê Parêzer Muhterem Suren daxuyaniya hevpar xwend. Suren xala 5’emîn a Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan û xala 7’emîn a Peymana Navnetewî ya Siyasî û Kesayetiyê bi bîr xist.
'GIRTÎGEH VEGUHERANDINE ÎŞKENCEXANEYAN’
Suren destnîşan kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan gelekî zêde ne û wiha got: “Her cure muameleyên dervayî mirovahiyê û rûmet şikandinê pêk tên û her der bûye cihê îşkenceyê.”
Suren da zanîn ku li dijî girtiyên nexweş her cure pêkanînên ne mirovî û qanûnî pêk tên û gelek mafên girtyên nexweş tên desteserkirin.
'BI SEDAN GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE’
Suren anî ziman ku girtiyan terkî mirinê tên kirin û wiha dewam kir: “Li gorî daneyên ÎHD'ê yên dawî di 22’yê Hezîrana 2017’an de der barê girtiyan de parvekiriye, li girtîgehan 357 jê nexweşiyên wan giran bi giştî hezar û 25 girtî tên ragirtin. Di meha Sibayê ya sala 2017'an re li gorî rapora Saziya Tiba Edlî û hejmara girtiyên hukumxwar û girtiyên rewşa wan giran di bin belgeyan de berhev kiriye, hejmara wan derketiye 841 kesî."
'ATK BÊ ALÎ TEVNAGER E’
Suren diyar kir ku Saziyên Tiba Edlî bê alî tevnagere û xwest Saziya Tiba Edlî dawî li bê alîbûn û nirxandinên tekakesî bîne. Suren di dawiya axaftina xwe bi munasebeta “Hefteya Mafên Nexweşxan a Cîhanê” daxwazên xwe rêz kir û xwest ku pêkanînên li ser girtiyên nexweş û hemû nexweşan bi dawî bikin.