ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" a li Kolana Yukselê di roja 352'yan de ye, di êrîşa polîsan de 5 kes hatin binçavkirin. Di dema binçavkirinê de welatî hatin derbkirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 232'yan de ye, çalakiya "Em karê xwe dixwazin" a kedkaran li Kolana Yukselê dewam dike û 352 roj e karker li ber xwe didin. Kedkaran xwest li ber Birdariya Mafê Jinayê ya li Kolana Yukselê daxuyaniyê bidin û li Kuçeya Konurê li hev civiyan. Di êrîşa polîsan de 5 kes hatin binçavkirin. Di dema binçavkirinê de polîsan çalakvan derb kirin.