STENBOL – Dema binçavkirina Serokê Lîjneya Rêveberiya Çandê ya Anadolu û karsaz Osman Kavala 7 rojên din jî hat dirêjkirin.
Serokê Lîjneya Rêveberiya Çandê ya Anadolu û karsaz Osman Kavala dema ji Dîlokê vegeriya Balafirgeha Ataturk a Stenbolê di 18’ê cotmehê de hatibû binçavirin. Dema binçavkirina Kavala yê ku li Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Stenbolê tê girtin a 7 rojan temam bû. Hat zanîn ku dema binçavkirina Kavala 7 rojên din jî hat dirêjkirin.