RIHA - Zarokekê ku di saetên serê sibê de dest bi xebata komkirina amûrên li ser zibalan dike di ereboka xwe ya destan de bi xew re çû.
Li Kolana Midûriyeta polîsan a Rihayê ku çûn û hatin lê zêde ye, zarokekê ku di saetên serê sibê de dest bi xebata komkirina amûrên li ser zibalan dike, yê westiyayî di ereboka xwe ya destan de bi xew re çûye. Zarokê biçûk berî wesayîtên zibalê yên şaredariyan, di saetên serê sibê de, dikeve kolanan û amûrên li ser zibalan ên plastîk kom dike, kêliyên bêhnvedan xewa wî dikeve ber objektîvên me.
Zarokê ku di ereboka xwe de xew re çûyî, li şûna kemerê benik li pantolonê xwe girê da bû û şimik kiriye piyê xwe.