ENQERE - Sekreterê Giştî yê Tum Bel-Senê Yilmaz Yildirimci, ji bo şaredarên ku îstifa bi wan dan kirin got ku "Nelêrêtî û îdareya rantê bi xwe re rizandin anî. Ji qiral zêdetir qiral bûn. Lê xala dawî ya ku hatinê ew jî bûn qurbanê rejîma yek zilamî."
Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Rêveberiya Herêmî û Hemû Şaredariyan (Tum Bel-Sen) Yilmaz Yildirimci der barê îstifayên di şaredariyên AKP'ê de axivî.
‘RANTÊ BI XWE RE RIZANDIN ANÎ’
Yildirimci rêveberiyên herêmî wekî "Ev der tekane cihên ku gel xwe di rêveberiyê de dibîne, xwedî gotin û biryarê ye û hemû bawerî û nijad xwe di vir de îfade dikin" pênase kir û aşkera kir ku yek şaredarên AKP'ê jî li gorî vê pênaseyê tevnegeriya ye. Yildirimci da zanîn ku bi giştî pêkanînên ku desthilatdariya navendî û hikumetê îro bi pêş xistiye û polîtîkaya wan êdî ji hêla gel ve nayê kişandin û wiha got: "Di rojên dawî de şaredariyên Stenbol û Enqereyê, ji ber nelêrêtî û rantê rizandin bi xwe re anî. Yanî bi rêya rêveberiyên herêmî hatin desthilatdariyê û dixwazin desthilatdariyê berdewam bikin. Lê ez difikirim ku di pêvajoya pêşiya me de hem ji ber van rant û nelêrêtiyan û hem jî ji ber tundiyê dê desthilatdarî gelekî mezin winda bike."
‘PÊKANÎNÊN MELÎH RASTIYA AKP'Ê YE’
Yildirimci destnîşan kir ku pêkanînên Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Melîh Gokçek rastiya AKP'ê ye û wiha pê de çû: "Di warê nelêrêtiya bajarî de di nav şaredariyên li Tirkiyeyê de şaredariya herî zêde nelêrêtî kiriye bawerim ya Enqereyê ye. Heta şaredariya herî zêde deyndar e. Yanî dema tu lê mêze dikî, her der veguherandiye înşaetê, çiya û banî, xweza û her der ji rantê re vekiriye, jin di malê de hepis kiriye."
‘DER BARÊ GOKÇEK DE 169 DOSYA HATINE VEKIRIN LÊ...’
Yildirimci piştrast kir ku di navbera salên 1994-2002'yan de der barê Gokçek de bi giştî 169 dosya hatine vekirin, lê dozên ku hatine vekirin, yek jî neketiye ber lêpirsînê û wiha got: "Wezîrê Karê Hundur nehiştiye der barê yek dosyayê de lêpirsîn bê vekirin. Dîsa der barê nelêrêtî û spekulasyonan de bi dehan lêpirsîn ji bo gerên derve hatine kirin û dozên nelêrêtiyê hatine vekirin. Lê Wezîrê Karê Hundur destûr nedaye yek lêpirsînî jî."
Yildirimci aşkera kir ku divê Gokçek li pêşberî hiqûqê hesab bide û wiha got: "Şaredarekî wekî ku tu tiştek tune ji peywirê girtin, li gorî min ew xelatkirine. Vî kesî ji hiqûqê direvînin. Bi vê gavê hiqûqê ji dewreyê derdixin." Yildirimci bang li dozgeran jî kir û xwest der barê Melîh Gokçek de lêpirsînê bidin destpêkirin. Yildirimci destnîşan kir ku li cihê demokrasî ku tune be, dê her kes rojekê bibe qurbanê pêkanînên antî-demokratîk û piştrast kir ku Gokçek û Topbaş jî bûne qurbanê rejîma yek zilamî.