AMED – Biryara neşopandina dosyaya Mahsun Mizrak ê 14 salî ku polîsan qetil kiribû, hat rakirin. Têkildarî rakirina biryarê parêzer xwest lêpirsîn bê berfirehkirin.
Polîsan, Mahsun Mizrak ê 14 salî di bûyerên 28’ê Adara 2006’an de li Amedê bi guleya gazê qetil kiribû. Biryara neşopandinê danîbûn ser dosyeya Mizrak. Ji bo lêpirsîna dosyeya Mizrak carek din ji nû ve bê kirin parêzeran îtîrazî biryara ne şopandinê kir. Bi serlêdanê re biryara neşopandinê hat rakirin û biryara lêpirsîn bi berfirehî bê kirin hat dayîn.
DOZGERIYÊ BIRYARA NE ŞOPANDINÊ DABÛ
Dozgeriyê bi angaşta doz dem bihûrî bûye biryara ne şopandinê dabû. Li dijî biryarê Parêzerê Mizrak Bariş Yavuz li Dadgeha Cezayê Sulhê ya 1’emîn a Amedê serladana îtîrazê kir û daxwaz kiribû biryara ne şopandinê bê rakirin û lêpirsîn bê berfirehkirin.
LÊPIRSÎN KÊM HATIYE BIRÊVEBIRIN
Dadgeha Cezayê Sulhê ya 1’emîn a Amedê îtîrazê nirxand biryara di îlona 2017’an de dabû û hukim kir ku fişeka gazê li emaneta edlî hatiye windakirin û têkildarî vê lêpirsîna hatiye meşandin bi kêmasiye û têr nake. Dadgehê ji bo biryara ne şopandinê ji ser dosyeyê bê rakirin û lêpirsîn bê berfirehkirin dosyêy şand Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Dadgehê xwest dozgerî hemû kêmasiyên di hundirê dosyeyê de binirxîne û pişt re dosyeyê îadeyê wan bike.
‘GER GULEYA GAZÊ WINDA NEBÛYA DÊ FAÎL BIHATA DÎTIN’
Parêzer Bariş Yavuz, destnîşan kir ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê guleya gazê ya hatî windakirin de bêyî ku lêpirsîn bi de dest pê kirin, biryara ne şopandinê da û wiha domand: “Dadgehê Cezayê Sulhê ev yek tespît kir. Dibe ku mafê dozger ê îtîraz bike tunebe, lê dikare lêpirsîna neşopandinê berfireh bike. Di biryara neşopandinê de kesek mîna bersûc nehatiye diyar kirin û tespîta guleya gazê di kîjan dîrokê de hatiye winda kirin ne hatiye kirin. Ji ber vê yekê di ser dosyayê re dem boriye. Xwestin ku demildest dosayayê ji holê rabikin. Em li bendê bûn ku delîlên doza Ata û Mizrak ên hatin windakirin, bên dîtin. Ji bo Mahsûn Mizrak dosya amade bû. Lê bêyî ku di dozê de pêş ketin çêbe, hat girtin.”
Yavuz, bilêv kir ku ger guleya gazê di emanetê dadgehê de winda nebûya, dê faîl tespît bûbûna û wiha got: “Em daxwaz bikin ku lêpirsîn bê kûr kirin. Gelo ji bo başiya kê ev delîl hatin winda kirin divê derbikeve holê. An jî kê ferman da ku ev delîl bê winda kirin? Divê ev bê lêkolîn kirin. Di encam vê de em ê delîlên hatî winda kirin bibîn in.”
ÇI QEWIMÎ BÛ?
Li Zozanê Şênê ya Muşê di 24’ê Adara 2006’an de 14 endamên HPG’ê di şer de jiyana xwe ji dest dan û cenazeyê 4 HPG’iyan anîn Amedê û bi mudaxileya polîsan re bûyer derketin. Bûyerên ku li Amedê rû da, heya sê rojan li Êlih, Nisêbîn, Qûser, Wanê û li gelek bajarên din belav bû. Di dema bûyeran de Serokwezîrê wê demê Erdogan got ku “Jin jî be, zarok jî be tişta bê xwestin dê bikin.” Piştre jî polîs û leşkaran êrîş kirin 7 jê zarok 13 kes hatin qetilkirin. Enes Ata ê 8 salî û Mahsum Mizrak ê 14 salî ji serê xwe guleya gazê xarin û jiyana xwe ji dest dan.
DELÎLÊN HERÎ GIRÎNG HATIN WINDA KIRIN
Di doza ku li 1’emîn Dadgeha Cezayê giran a Amedê sala 2010’an de dest pêkir, hemû delîl yek bi yek hatin winda kirin. Doza ku dirêjî demê bû, bi biryara “ne şopandinê” hat rakirin. Îtîraza parêzeran jî ya biryara neşopandinê hîna bi dawî nebûye.
MA / Denîz Tekîn – Ozgur Paksoy