ENQERE - Binpêkirinên mafan ên ji rojeva Tirkiyeyê nakevin, Komîsyona Lêkolînên Mafên Mirovan a Meclisê pêre eleqedar e. Di Sala Qanûndanîn a Serdema 26'emîn de, zêdehiya wê ji serlêdanên wekîlên HDP'ê, bi giştî 468 serlêdan pêk hatin, lê hema bêje yek serlêdan jî negirtin rojeva xwe.
Komîsyona Lêkolîma Mafên Mirovan, her çendî li Tirkiyeyê û li cîhanê ji bo binpêkirinên mafên mirovan, di warê hurmet û mafên mirovan de lêkolînan dike û di vê çarçoveyê de xebatên xwe dike, hema bêje yek ji van peywirên xwe nayne cih û hemû serlêdanên li komîsyonê tên kirin, li hewa dimînin.
Di Sala Qanûndanînê ya Serdema 26'emîn de 468 serlêdan ji bo binpêkirina mafên mirovan hatin kirin û daxwaznameyên ji bo lêkolînê dan hundur. Ji van daxwaznameyan 232 hebên wan, Wekîla HDP'ê ya girtî ku di heman demê de endama komîsyonê Burçu Çelîk dane. Çelîk di meha Nîsanê de hat girtin, lê ruxmê wê jî xebatên xwe yên komîsyonê li Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Çelîk di pêvajoya girtinê de jî der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û tenduristya kar û karkeran de jî bi dehan daxwazname dan komîsyonê.
ÎHLALÊN KU HATINE ROJEVÊ TUNE!
Lê wekîlên bi Çelîk re gelek binpêkirinên mafan ên anîn rojeva komîsyonê, hema bêje yek jî wan serlêdanan jî neketiye rojevê.
Çelîk agahiyên der barê komîsyona de, di çi astê de xebatan dike li girtîgehê hîn bû. Çelîk serlêdanên di demên borî de li komîsyonê hatine kirin, ev serlêdan çend hebin, bi hejmarên wan re parve kir.
Binpêkirinên mafan ên ku herî zêde wekîlên HDP û CHP'ê anîne rojevê, piştî Çelîk herî zêde daxwazname ji hêla wekîlên CHP'ê yên bi navê Şenal Sarihan, Mahmut Tanal, Velî Agbaba, Bulent Yener Bektaşoglu û Burcu Koksal ve hatine dayîn.
DU ENDAMÊN KOMÎSYONÊ GIRTÎ BÛN
Di vê navberê de du endamên komîsyonê yên HDP'ê Burcu Çelîk û endamê din yê HDP'ê Ayhan Bîlgen hatibûn girtin. Bîlgen piştî di meha Sibatê de hat girin û 7 mehan di girtîghê de ma, di meha Îlonê de hat berdan.