AMED – Endamê Komîsyona Girtîgehan ya ÎHD’ê Parêzer Muhterem Suren binpêkirina mafan û şertên nebaş ên li girtîgehan nirxand û diyar kir ku bi OHAL’ê re binpêkirin derketine asta herî jor û şertên girtîgehan asta pêşketina Tirkiyê datîne holê.
Li girtîgehên bajarên herêmê û Tirkiyê pêkanînên nebaş ên li girtîgehan didome. Her roja ku diçe girtî bi muameleyên xerab re rû b rû dimînin û binpêkirinên mafan derketiye asta herî jor. Endamê Komîsyona Girtîgehê yê ÎHD’ê Parêzer Muhterem Suren binpêkirina mafan û şertên nebaş ên li girtîgehan nirxand.
‘OHAL’Ê ÎŞKENCE Û BINPÊKIRINA MAFAN ZÊDE KIR’
Suren destnîşan kir ku bi OHAL’ê re binpêkirina li girtîgehan derketiye asta herî jor û şertên girtîgehan asta pêşketina Tirkiyê dide nîşandan. Suren d azanîn ku mafên mirova û demokrasiya ji bo girtîgehan tê nîşandan bi qasî vê rêjeyê li welat tê nîşandan û got: “Li Tirkiyê herî zêde binpêkirina mafan li girtîgehan diqewime. Bi taybetî bi OHAL’ê re êdî girtîgeh ne cihên jiyankirinê ne. Ji girtî û malbatan serlêdanek zêde heye. Li girtîgehan îşkence li girtiyan dikin.”
‘TÊKILIYA GIRTÎ Û MALBATÊ JI HEV QÛT BÛYE’
Suren anî ziman ku li girtîgehan bi giştî tecrîd heye û wiha dewam kir: “Têkiliya malbat û girtiyan ji hev qût bûye. Li girtîgehan her cure pêkanîn li ser girtiyan ferz dikin. Dixwazin girtiyan bi cezayan bêdeng bikin.” Suren got ku têkildarî van pêkanînan hemû tespîtan dikin û raporan amade dikin û her çiqas banga binpêkirina mafan ji holê rabin dikin jî lê binpêkirina mafan didome.
‘BINPÊKIRIN BI SÎSTEMATÎK DIDOME’
Suren destnîşan kir ku bi taybetî girtiyên nexweş bi mehan dernaxin revîrê û mafê girtiyan ên dermankirinê jî tê desteserkirin. Suren bang kir ku pêwîste rayedar raporên der barê girtîgehan de hildin rojeva xwe û wiha lê zêde kir: “Ev raporên em digirin hemû dê wek nîşe di nav dîrokê de cih bigirin. Rêveberiyên girtîgehan dawî li binpêkirina nayne û van pêkanînan bi awayek sistematik didominîn.”
‘DIVÊ SAZIYÊN NAVNETEWÎ BIKEVIN NAV TEVGERÊ’
Suren di dawiya axaftina xwe bal kişand ser bêdengiya saziyên mafê mirovan ên navnetewî ya li dijî îşkence û muameleyên xerab ên li girtîgehên Tirkiyê û da zanîn ku pêwîste saziyên navnetewî ya lazim çibe bike û li hember îşkenceyên li Tirkiyê bêdeng nemînin.