WAN - Jinên Wanî, diyar kirin ku tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Ocalan tê meşandin, di heman demê de li derve jî li ser jinan pêk tînin û wiha gotin: “Em dixwazin demildest agahî ji Ocalan bigirin.”
Li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha parêzerên Ocalan nikarin biçin hevdîtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Ji 5’ê Nîsana 2015’an Heyeta Îmraliyê û ji 11’ê Cotmaha 2016’an ve jî, destûr nayê dayîn malbat biçin hevdîtinê. Jinên Wanî, bertek nîşanî tecrîta li ser Ocalan da û diyar kirin ku pêkanîna tecrîtê ya li Îmraliyê tê meşandin, li der vede jî li ser jinan pêk tîn in.
'MÎMARÊ AŞTIYÊ OCALANE'
Dayîka Aştiyê Xemê Akdogan a 65 salî, diyar kir ku beyî Ocalan tu girîngiya aştiyê tuneye û wiha axivî: “Ligel vî temenê xwe ez derdikevim koçeyan û ji bo azadiya Ocalan dengê xwe bilind dikim. Ji ber ku baweriya me bi Ocalan heye. Bi sedan dayîkê Wanî zarokên xwe winda kirin. Dayîka ku dilê wê neşewîtîbe tuneye. Dermanê van hemû êşan aştiye. Mîmarê vê aştiyê jî Ocalan e.”
‘EM DIXWAZIN BI LEZGÎNÎ AGAHÎ JI OCALAN BIGIRIN’
Dayîka Aştiyê Hediye Kaçak jî, anî ziman ku ji bo azadiyê bi salan jin li koçeyan digerin û wiha got: “Ger azadî misoger bibe divê ji bo hemû jinan misoger bibe. ji bo azadî û aştiyê jin li koçeyan di bin panzêran de man û li dijî êrîşan li ser xwe dan. Divê çardin bi Ocalan re diyalog bikin. Em dixwazin bi lezgînên agahî ji Ocalan bigirin.”
‘EZ JÎ DIBIN TECRÎTÊ DE ME’
Heseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rêya Ermuşê Edîbe Babur jî, da zanîn ku tecrîta li ser Ocalan, li ser jinên dervede jî tê meşandin û wiha axivî: “Tecrîta li ser Birêz Ocalan her roja derbas dibe girantîr dibe. Bi sedan bersivên jinan ên ji pirsa gelo çima divê tecrît bê rakirin re heye. Em behsa Rêberekê ku evqas sal ji bo jinan têkoşiyayê û xwe ji gel feda kirî dikin. Ne mumkûne ku ev vê tecrîtê qebûl bikin. Ez jî mîna Ocalan li derve de xwe dibin tecrîtek girankirî de hîs dikim. Em ê tecrîta li ser Birêz Ocalan rabikin.”
GER OCALAN NEBÛYA…
Jina binavê Sînem Pala jî destnîşan kir ku di saya ramanên azad ên Ocalan de jinan destkeftiyên mezin bidest xistin û wiha axivî: “Ez bang li beşên demokratîk ên Tirkiyeyê dijîn dikim ku bêdeng nemîn in.” Pala, da zanîn ku ger ocalan nebûya ew jî îro dê ne li vir ba û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dibe ku mîna bi mîlyonan jin ez jî dinava çar dîwaran de bimiriyan û biçûma. Lê ez îro li ser rêya wî dimeşim û ji bo jinan têdikoşim. Ji ber vê baş dizanim ku tenê Ocalan dikare vê xwînê rawestîne.”