DÎLOK – Hat îdiakirin ku wargeha AFAD'ê ya li Karkamişê bûye deriyê rantê yê rêvberên AKP'a navçeyê. Li gorî agahiyan hemû îhale xizmetê dane AKP'iyan û endamên meclisa şaredariyê yên di nelêrêtiyê de li gorî wan tev nagerin, bi êrîşa çekdarî ya mirdur re rû bi rû maye.
Kon bajarê AFAD'ê yê ku nêzî 7 hezar penaber lê hatine bicihkirin, di 8'ê Tebaxa 2012'an de li navçeya Karkamişê ya Dîlokê hat vekirin, bi rêya marketan bûye deriyê rantê. Hat diyarkirin ku berhemên di marketên li wir de tên firotin, li gorî yên derveyê wargehê bi 3-4 qatî zêdetir tên firotin, penaber nikarin ji derve tiştekê bînin hundur. Serokê CHP'a navçeyê Mehmet Polat aşkera kir ku kîloya becanên sor 4, mast 4,5 û koliya hêkan bi 30 lîreyî tê firotin, wargeha ku hejmara wê 7 hezar e, ji ber buhabûna xarinan hejamara wê niha daketiyê 3 hezarî.
NELÊRÊTÎ VEGUHERÎ ŞERÊ ÇEKDARÎ
Polat da zanîn ku koçberiyeke zêde ber bi Karkamişê ve heye, AFAD'ê di demê de ji bo pergala li wargehê sererast bike kon bajar ava kiriye, rêveberên AKP'ê jî ev der xistine deriyê nelêrêtiyê. Polat piştrast kir ku her roja ku derbas dibe hejmara li wargehê kêm dibe û wiha axivî: "Heke li kon baraj îhaleyek bê kirin, ji derveyê AKP'iyan tu esnafekî din nikare vê îhaleyê bigire. Berî 3 mehan kesên li wargehê di rantê de hev du nekirin, endamê meclsa şaredariya AKP'ê bi çekê gerînendeyê derayî birîndar kir. Endamê meclisa şaredariyê çima gerînendeyê derayî bi çekê birîndar bike? Tê gotin ku her duyan li wargehê bi ya hev du nekiriye û herî dawî bi çekan ketine nava hev."
‘MIDURÊ WARGEHÊ ÇI KARÎ DIKE?’
Polat anî ziman ku li kon bajar nelêrêtiyeke mezin heye, li navenda wargehê berhem bi bûhayên fahîş tên firotin. Polat diyar kir ku buhayên li wargehê li gorî derve, bi 4 qatî difiroşin û wiha pê de çû: "Kes nayê venêrîna van marketan? AFAD'ê ji bo çi midur şandiye wargehê? Ev mirovên ji Sûriyeyê hatine û em ji wan re dibêjin 'xwûşk û birayên me' em çima vê zilmê li wan dikin?" Polat destnîşan kir ku penaberên ku li derve 5-10 TL distînin û berhemên erzan ên ku ji derve dîstînin jî li ber derî peywirdar desteser dikin.
‘DEWLET DIXE BÊRÎKA ÇEPÊ, JI BÊRÎKA RASTÊ DERDIXE’
Polat diyar kir ku dewlet serê sûryeyiyekî 80 TL dide û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi 80 TL'yî re malbateke sûriyeyî tenê dikare rojekê zikê xwe têr bike. Roja duyemîn dê birçî bîmîne. Yanî dewlet ji hêlekê ve dixe bêrîka çepê, ji hêrîka rastê ve digire. Serokomar dibêje 'Em Ensarin, ew mihacirin'. Ensarî ev e? Ensarî xwedî derketina penaberan e, lê ev kesên em dibêjin muhacir dişêlînin."