STENBOL - Parêzvanên mafên mirovan ên li Buyukadayê hatin binçavkirin û paşê hatin girtin, di rûniştina yekemîn de tev hatin berdan.
Di danişîna ewil a doza 9 jê girtî 11 parêzvanên mafên mirovan ku dema li Buyukadaya Stenbolê civîna “Ewlehiya parêzvanên mafên mirovan” çê dikirin hatin binçavkirin û girtin, li 35'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di rûniştinê de piştî parazvanên mafên mirovan parastin kirin heyetê biryar da.
Heyeta dadgehê der barê parazvanên mirovan de Îdil Eser, Nalan Erkem, Ozlem Dalkiran, Gunal Kurşun, Peter Steudtner, Ali Garawî, Îlknur Ustun, Velî Acu biryara berdanê da. Heyetê der barê Ozlem Dalkiran û Veli Acu de biryara qedexekirina derve da.
Heyete rûniştina dozê taloqi 22'ê mijdarê kir.