RIHA – Li Wêranşarê ji 12 kesên hatin binçavkirin 4 jê hatin girtin.
Li navçeya Wêranşar a Rihayê, cendirmeyan avêtibû ser malan û bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî 12 kes hatibûn binçavkirin. Piştî 7 rojên binçavkirinê kesên binçavkirî sewqî edliyeya navçeyê hatin kirin.
Mehmet Dagdelen, Mehmet Ekinci, Reşat Ekinci, Ferhat Ekinci, Seyfo Erbekler û 7 kesên navên wan nehat zanîn sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê her 12 kes sewqî dadgehê kirin. Dadgehê jî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” biryara girtin Mehmet Dagdelen, Reşat Ekinci, Seyfo Erbekler û kesekî navê wî nehat zanîn da. Her wiha 8 kesên din jî hatin berdan.