STENBOL - Rojnameger Sezgîn Kartal ê der barê wî de 3 meh cezayê hatiye erêkirin heye, duh hat binçavkirin. Kartal, piştî sewqî dadgehê kirin girtin û şandin girtîgehê.
Rojnameger Sezgîn Kartal, duh li pêş Metroya Yenikapi ya Stenbolê dema polisan ew rawestand û nasname wî di kontrola GBT'ê re derbas kirin, bi sedema der barê wî de 3 meh ceza hatiye erêkirin hat binçavkirin. Kartal ku birin Qereqola polîsan a Aksarayê, serê sibê Sezgin Kartal, sewqî Edliyeya Çaglayanê kirin. Heyeta dadgehê piştî cezayê Kartal li ruyê wî xwend bi sedema 3 meh cezayê wî hatiye erêkirin şandin girtîgeha Vekirî ya Sîlîvrî.