MÊRDÎN – Di pêvaka girteka doza "JÎTEM'a Kerboranê" de "Koordînatên 50-51'an" ên cihê hestiyên windayan Nedim Akyon û Davut Altinkaynak ên di sala 1995'an de hatiye windakirin hat dîtin. Di koordînatê de derket holê ku cihê şikefta hestiyê hurdiyan heman cih e. Prz. Erdal Kuzu, diyar kir ku ev yek pir aşkere nîşan dide ku cînayet ji aliyê rêxistinêk ku têkiliya wan bi dewletê re heye pêk hatiye.
Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di 29'ê Cotmeha 1995'an û 8'ê Adara 1996'an de 3 jê zarok 8 kes hatibûn binçavkirin û hatibûn windakirin. Piştî bûyerê der barê çawîşê pispor Bilal Batir û fermandarê qereqolê jî di navde der barê 18 kesan ku bi îdiaya "kuştina taammud" de doz hatibû vekirin dê sibê bê dîtin. Doza di cemaweriyê de wekî "JÎTEM'a Kerboranê" tê zanîn, di 30'ê Cotmeha 2014'an de dest pê kiribû. Danişin dê sibê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê bê dîtin. Girteka ku eskeran girtibû li dozyayê zêde kirin. Doza ku sala par sewqî 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê kir û dîsa sewqî Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê kirin dê sibê bê dîtin. Di dosyayê de girteka ku di 2'ê Mijdara 1995'an de çawîşên pispor ên astsubay Mahmut Yılmaz, Haydar Topçam û Ahmet Çiçek girtibûn zêde kirin. Di girtekê de wiha hat gotin: “Maşîneya zirxî ya ji bo biçe şikefata tê gotin depoya çekan a li Rojhilata Gundê Dîlanê ya li ser koordînata (50-51)'an cih digire, saet di 15.30’an de ket rê. Maşina zirxî ku personel suyarkiribûn, karwana di fermana Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Mehmet Tire li gundê Kılavuzê derketibû. Di metreya 250'emîn de maşîneya zirxî ya tugayê ku çeka otomotîk a Bixî li ser bû, bi xwe gule berdaye. Di bûyerê de Fermandarê cendirmeyan Mehmet Tire, ji binê çavê xwe yê çepê, Serçawîş Suyabeyê Cendirmeyan Ahmet Çiçek ji piyê xwe, Fermandarê Cendirmeyan ê Midyatê Huseyin Altunışik ji eniya xwe birîndar bûbûn..."
TEYÎD KIRIN KU KOORDÎNATÊN CENDIRMEYAN LI HEV TÊ
Parêzeran, di danişîna berê de xwestin cihê di girtekê de derbas dibe ku wekî koordînata "50 - 51'an" derbas dibe û cihê ku di sala 2015'an de hestiyên şivane winda Nedim Akyon û Davut Altınkaynak ên hatin dîtin, li heman koordînatê ye ya na bê bersivandin. Li ser ve pirsê Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê diyar kir ku koordînata 50-51'an a di girteka 2'ê mijdara 1995’an de derbas dibe û cihê hestiyên Akyon û Altinkaynakê lê hat kuşin û di sala 2015'an de hestiyê wan li Gundê Dîlanê hat dîtin heman cih e.
PRZ. KUZU: EV DELÎLA CÎNAYETÊ YE
Parêzerê dosyayê Erdal Kuzu, bal kişand ser koordinatên ku di girtekê de hatine dîtin û cihê ku hestiyê Akyon û Altınkaynak lê hatine dîtin û wiha got: “Di sala 1995'an de li ser serlêdana malbatan îfadeya rayedarên eskeri hat girtin. Van erkdaran diyar kirin ku ji van zarokan yek jê li maşineya zirxî suyar kirin û birin koordînatên 50 – 51'an. Kuzu, anî ziman ku belgeya li dosyayê hatiye zêdekirin aşkere delîla cînayetê ye. Kuzu, diyar kir ku ev yek pir aşkere nîşan dide ku cînayet ji aliyê rêxistinêk ku têkiliya wan bi dewletê re heye pêk hatiye.
MA / Ahmet Kanbal