ENQERE – Heyeta ku ji pispor û zanyarên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê pêk tên, piştî hezana Kana Komirê ya Şirnexê lêkolîn kirin rapor amade kirin û bi raya giştî re parvekirin. Heyeta pisporan di raporê de diyar kirin ku bi dehan karker di kurahiya 100- 200 metre zikê erdê de bi dehan kanên komirê hene û nêzî 500 karker di van kanan de bi mirinê re rû bi rû ne.
Di 17'ê Cotmehê de li Şirnexê di 1'emîn Kana Komirê de hezan pêk hatibû û di hezanê de 8 karkeran ji yana xwe ji dest dabûn. Piştî bûyerê, heyeta ku ji pispor û zanyarên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê pêk dihat li ser Kana Komirê ya Şirnexê lêkolîn kirin rapor amade kirin. Heyetê rapora ku amade kiribû bi raya giştî re parve kirin. Heyetê di raporê de diyar kirin ku bi dehan karker di kurahiya 100- 200 metre zikê erdê de bi dehan kanên komirê hene û nêzî 500 karker di van kanan de bi mirinê re rû bi rû ne.
* Li gel ku deriyê kana Komirê bi bariyeran hatibû girtin û li ser deriyê wê biryara girtinê ya MİGEM’ê hatibû nivîsandin jî bi awayekî dijzagoni komir dihat derxistin. Heyeta me di lêkolînê de rastî vê yekê hatiye. Tevî ku tabelaya îmzeya Îdareya Taybet a Bajarê Şirnexê li ser hebû jî bi awayekî dijzagonî komir tê derxistin. Heyetê dîtiye ku kana komirê bi awayekî qaçax tê xebitandin. Piştî ku TKÎ li vir xebat bi dawî kiriye rodevansvanan dîsa li dijî pîvan û rêgezan hilberîn kirine.
* Li vê qadê pêwist bû ku projeya kanê li gorî pêdivî, ewlehî û şertên hilberînê bihata amadekirin û her dem venêrtina wê bihata kirin, lê ne hilberîna wê hatiye rawestandin û ne jî cihekî ku karker lê bêhna xwe bidin û pêdiviyên xwe çareser bikin tune ye. Li gorî ewlehiya kar û tenduristiya karkeran şer tû merc nehatine amadekirin.
* Rûhsata Qada Madenê ya cihê bûyer lê pêk hatiye, girêdayî Wezareta Enerjiyê ye û aydî Kargeriya Komirê ya Tirkiye ye. (TKİ)
* Li qada kanê bi salan e hilberîn ji aliyê TKİ ve bi rêbaza rodevansê ji aliyê sektorên taybet ve tê kirin.
* Xebatên li qada Kanê li gorî kargeriyên vekirî, bi rêbaza hidrolik ekskavatoran û kamyonan têkirin. Kademe tune ye. Şevên li vir bi qasî rê li pêş mirinê veke bilind in.
* Li qada ku bûyer lê pêk hatiye, rastî du damarên komirê hatiye. Bi çeperên biçûk kolandin tê kirin. Li aliyê din ava wê tê valakirin.
* Amadekariyên li Qada Komirê dekapaj û hilberîn di sala 2013'an de ji aliyê MİGEM'ê ve hatiye rawestandin.
* Tevî ku li Qada madenê biryara rawestandinê didome jî, qad ji aliyê TKÎ ve ji îhaleya rodevansê hatiye derxistin. Di 14'ê Nîsana 2017'an de dîsa bi fîrmeya îhale qezenç kiriye peyman hatiye îmzekirin.
*Projeya ku tê gotin ji aliyê fîrmaya ku îhale qezenç kiriye ve hatiye amadekirin, ji aliyê TKÎ ya xwedî rûhsate ve peşkêşî erêkirina MİGEM’ê hatiye kirin.
*Biryara ku hatiye dayîn ji aliyê MİGEMRê ve pêşkêşî Midûrê Giştî yê TKÎ û Walîtiya Şirnexê hatiye kirin.
'NÊZÎ 500 KARKERÊN KANÊ DI BIN TALÛKEYA MIRINÊ DE DIXEBITIN'
Di raporê de hat diyar kirin ku li herêmê ji ber betalî zêde ye mirovên li herêmê ji bo debarê mirinê jî didin ber çavên xwe. Neçar dimînin ku li kanên ku rîzka mirine zêde ye bixebitin. Di sala 2013'an de piştî biryara girtina vê kanê hat dayin û dîsa xebat kir qeza pêk hat û 15 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
*Kargeriyên kanê yên li herêmê rîskekî mezin dihewînin. Ne tenê li vê kanê li herêmê bi dehan kargeriyên ku kurahiya wan 100 û 200 metre di zikê erdê de nêzî 500 karker dixebitin heye. Tev di bin rîska mirinê de dixebitin.
* Li dijî rê û rêbazan xweza tê wêrankirin û di nava şertên bê ewle û li dijî tenduristiya karker û ewlehiya kar xebat tê kirin.