AMED - Li navçeya Yenîşehîra Amedê piştî Cawîşê Pispor Bilal Dicle li ber deriyê mala xwe hat kuştin, Polîsan bi ser gelek malan de girt û pîra 80 salî ya nexweş Saliha Baran binçav kirin. Hat zanin ku rewşa tenduristiya Baran nebaş e.
Li navçeya Yenîşehîra Amedê di 23’ê Cotmehê de Çawişê Pispor Bîlal Dîcle rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Polîsan têkildarî bûyerê operasyon li dar xistin û bi ser gelek malan de girt. Polîsên bi ser malên li taxên Şehîtlîk û Benusen de girtin û 17 kes binçav kirin. Polîsan bi maşîneyên zirxî û Helikopteran operasyon pêk ani.
PÎRA 80 SALÎ JÎ BINÇAV KIRIN
Polisan pişti bi ser malan degirt û lêgerîn kirin di nava 17 kesan de pîra 80 salî Saliha Baran a nexweşa şekir û tansiyê jî heye. Kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Amedê. Hat zanîn ku rewşa Baran nexweş bû û rakirin beşa lezgîn ya 112'an. Parezerê Baran Ferhat Kilinç, diyar kir ku ji ber şertên binçavan tenduristiya muwekila wî her diçe xera dibe û xwest demek berî demekê serbest bê berdan.
Li taxa Ben û Sen'ê ku bi maşineyên zirxî û helikopteran operasyon pêk anîn ketin u derketin hatin qedexekirin.