STENBOL – Parazvana mafên mirovan Ozlem Dalkiran, ku derket pêşberî dadger parastin kir û wiha got: "Ez 30 salin parastina mafên mirovan dikim. Bêyî ku cudahiyê têxin navbera mirovan ji bo heqîqetê min heq parast. Ger ku îdîa wisa bin her kes di bin talûyek pir mezin de ye."
Li Buyukada ya Stenbolê di 5’ê Tirmehê de, 11 parêzerên mafên mirovan ên di civînê de bûn hatibûn binçavkirin û 9 jê hatibûn girtin. Yekemîn Rûniştina doza 11 parazvanên mafên mirovan ku ji Welatiyê Almanya Peter Frank Steudtner, Welatiyê Îsveç Alî Ghravî, Endamê Komeleya Hemwelatiyan Nalan Erkem, ji Koalîsyona Jinan Îlknur Ustun, Nûnerê Efûya Rêxistinên Tirkiyeyê Taner Kiliç, Dîrektorê Navneteweyî ya Efûya Rêxistinên Tirkiyeyê Îdîl Eser, endamê Rêveberê Lijneya Navneteweyî ya Efûya Rêxistinên Tirkiyeyê Velî Acu, ji Komeleya Rojava Mafê Mirovan Gunal Kurşun, ji Komeleya Şopandina Mafên Wekhev Nejat Taştan, ji Komeleya Hemwelatiyan Ozlem Dalkiran û Aktîvîstê Mazlum Der ê berê Şayhmus Ozbeklî pêk tê; li 35’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê didome. Parazvanên mafên mirovan ên bi îdîaya “Endamê rêxistina bi çek” û “Alîkarî dayî rêxistina bi çek” ji 5 salan heya 15 salan cezayê girtîgehê ji wan tên xwestin derketin pêşberhî dadgeh û parastin kirin. Piştî nasname hatin diyar kirin, Prz. Erdal Dogan, xwest dosyaya Rêveberê Şaxa Tirkiye ya Rêxistina Efoya Navneteweyî Taner Kiliç ji dosyaya parazvanên mafên mirovan cuda bikin. Serokê heyetê pirsa "Hûn parêzerê kê ne?" pirsî û parzêran "Ev daxwaza me tevan e da dadger. Parêzeran diyar kirin ku li gorî hiqûqê dosya Kiliç di nava dosyaya parazvanên mafên mirovan de bê dîtin li dijî rêgezên darizandina adîl e. Serokê heyetê jî diyar kir ku piştî îfadeya Kiliç girtin dê biryarê bidin. Li ser vê yekê parêzeran bertek nîşan dan. Ji ber ku heyeta dadgehê dengê pergala SEGBİS'ê venekirin û girtek nenivîsandin parêzeran xwestin pergala SEGBİS'ê bidin xebitandin. Serokê dadgehê got "Li hemû welatên şaristanê bi qeyd û girtekan darizandinê dikin".
‘PARÊZER NEGIHIŞTIN DOSYAYÊ MEDYA GOT 'CASÛS IN'
Ewil parasvana mafên mirovan Ozlem Dalkıran parastin kir û wiha got: "Min bi dehan caran îdîaname xwend. Ev çawa civîna parazvanên mirovan dibe civîna rêxistinê. Di pêvajoya ku parêzer jî negihiştin dosyayê Medya bi "casûsiyê" sûcdar kirin. Yên tên darizandin aliyê wan ên hevpar tev parazvanên mafên mirovan in. Demek dirêj e hev dinasin. Îro bi hevre tên darizandin. Ji roja em hatin binçavkirin heta niha medya me wekî casûs tawanbar dike. Civina me ne bi dizî bû. Aşkere bû.
'ME WÊNEYÊ CIVÎNÊ PARVE KIRIN'
Dalkiran, anî ziman ku dema wan bixwestiya dikarîbû bi dizî li otelekê jî civînê pêk bînin û wiha berdewam kir: "Ger ku me xwestiba me dikarîbû li otelê civîn pêk anîbûya û kesî nebihîstiya. Di nava me de wergêrên biyanî yên ku em wan nas nakin hebûn. Ger ku bi dizî be çima em wan wergêrên biyanî tev li civinıa xwe bikin. Me wêne parve kirin. Çima em wêneyan parve bikin. Çawa dibe ku 11 parazvanen mafên mirovan ji bo parastina mafên mirovan kom bibin dibe casûsiyê.
CIVÎN NE QEDEXE YE
Dalkiran, destnîşan kir ku parazvanên mafên mirovan agahiyê venaşerîn, dijberî vê yekê agahiyên di destê wan de parve dikin û wiha lê zêde kir: "Her kes xwedî maf e ku agahiyên xwe veşêre. Ev yek di sala 2016'an de bû zagon. Niha ji ber em beşdarî civînê bûne wekî ku me sûc kiriye em tên nîşandan. Civîn mafê her kesî ye u tiştekî zagonî ye. Civîn ne qedexe ne. Tevlêbûna civînê jî ne sûc e. "
HER KES DI BIN TALÛKEYÊ DE YE
Dalkiran, destnîşan kir ku maila ji wêre hatiye şandin wekî delîla sûc dibînin û wiha got: “Niha ger ku rewş wisa be her kes di bin talûkeyek mezin de ye. Her kes ji peyama xwe ya dijîne berpirsiyar e. Kes ji peyama ku ji wan re hatiye şandin ne berpirsiyar e. Hûn çawa kesên ku maîl ji wan re hatibe şandin berpirsiyar dibînin? Me di civînê de ne behsa Nuriye û Semih, ne behsa meya edaletê û ne jî behsa mevlîsa nayê kir. Min di sala 2014'an de ji Komeleya Roboskî re pere şand. Komele 3 sal şûnde bi KHK'e hat girtin. Niha dibêjin 'Ji rêxistina terorê re pere şandiye' Kesê ku min pere jêre şandiye niha azad digere. Komeleya ku min pere şandiye jêre, piştre bi KHK'ê tê girtin. Li welatê ku 3 milyon penaber lê dijî, rê li pêşiya hevkarî û alîkariyê digire. Ev tiştekî pîr talûke ye. Emk di bin çavan de di şertên pir xerab de hatin girtin.
30 saetan em li ku bûn agahiya kesî jê nehat çêkirin. Ez îdîayan red dikim û beraeta xwe dixwazim. Heyetê piştre pirsên çeporast pirsîn. Balkêş bû heyetê di pirsa "Kê fermana civînê da" pirsî.