MÊRDÎN - Bi hinceta dê operasyon bê lidarxistin li 12 gundên Mehsertê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin, qedexe hat rakirin.
Duh li 12 gundên navçeya Mehsertê ya Mêrdînê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û li herêmê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Di saetên piştî nîvro de ji herêmê agahiyên şer hatibûn.
Herêma ku operasyon lê hat destpêkirin, şer derket û 2 leşker birîndar bûbûn.