STENBOL - 2 jê rojnameger 15 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin sewqî dozgeriyê kirin. Bi hinceta lêpîrin derbarê 110 parêzeran de heye, parêzer nexistin îfadeyan.
Di navde edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Îsmînaz Temel û nûçegihan Havva Cuştan, parêzerên Buraya Hiqûqî ya Bindestan (EHB) Ozlem Gumuştaş û Sezîn Uçar jî heyî 15 kesên hatibûn binçavkirin, piştî lêpirsîna wan a li midiriyeta polîsan bi dawi bû sewqî dozgeriya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayane kirin. Bi hinceta di dosyayê de biryara “Veşartinê” heye, nayê zanîn ku bi çi tên darizandin.
DESTÛ NEDAN PARÊZER ÎFADE BIDIN
Dozger, bi hinceta der barê 110 parêzeran de lêpirsîn heye, nehişt ku parêzer bikevin salona îfadeyê. 110 parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ji bo parastina hempişeyên xwe hatin astengkirin.
Kesên sewqi dozgeriyê hatin kirin wiha ne: Edîtora ETHA Îsmînaz Temel û nûçegihan Havva Cuştan, parêzer Ozlem Gumuştaş, Sezîn Uçar, endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Sosyalîst a Bindestan Ozgen Sadet, Nîhat Goktaş, endamên ESP’ê Meral Tatar, Mazlum Demîrtaş, Mehmet Aslan, Rêberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bagcilarê Erkan Kakça û endamên Partiya Rizgariya Nû ya Sosyalîst (SYKP) Alî Duzkûn, Hundkar Hudaî Yurtsever, Îlhan Aslan, Onur Bînbîr û Îsmaîl Geçer.