WAN – 4 welatiyên li Westanê ji çoltarê karûk berhev dikirin, dema vedigeriyan malê polîsan di rê de ew girtibûn û îşkence li wan kiribû. Roja ku dîmenên îşkenceyê yên kamerayê hatin xwestin, biryara "veşarî" dan ser dosyayê.
Di 9'ê Hezîranê de li dijî Miduryeta Polîsan a Westana Wanê êrîşa çekdarî pêk hatibû, piştî êrîşê 4 kesên li çoltarê hatin binçavkirin, îşkence li wan hat kirin û wêneyên wan li ser medyaya civakî hat weşandin. Hat gotin ku biryara "veşarî" dane ser dosyaya Cemal Aslan, Abdulselam Aslan, Halîl Aslan û Nejdet Beysum. Piştî parêzeran di 10'ê Cotmehê de xwestin dîmenên îşkenceya li Miduryeta Polîsan a Navçeyê bigirin, dozger heman rojê biryara "veşarî" anî ser dosyayê.
Hinceta biryara "veşarî" jî wekî "Ev dosyaya ku lêpirsîna wê dewam dike di vê pêvajoyê de agahî girtin dibe lêpirsînê bixe xetereyê, ji ber wê Serdozgeriya me ya Komarê biryara kêm agahî girtinê aniye." hat nîşandan.
Parêzerê 4 welatiyan Servet Haznedar, bi sûcdariya "îşkence", "heqaret", "peywira xwe xirab xebitandine" û "zerar dane mal" dosyayek ji 17 rûpelan amade kiribû û li Serdozgerê Komarê yê Westanê serlêdana sûc kiribû.