STENBOL – Li Stenbolê bi hinceta 58 jê biyanî 62 endamên DAIŞ’ê hatin binçavkirin.
Li Stenbolê polîsan di saetên şevê de bi ser 17 navnîşanan ve girt. Di operasyonê de 58 jê biyanî 62 kes bi hinceta endamên DAIŞ’ê hatin binçavkirin. Darizandina 62 kesan li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê dest pê kir. Hat zanîn ku ji bo yên biyanî bên derveyî sînorkirin jî kar û bar tên kirin.