AMED - Li taxên Benusen û Şehîtlîkê yên navçeya Yenîşehîr a Amedê, polîsan têkildarî kuştina Çawişê Pispor Bîlal Dîcle di ser gelek malan de girt û 17 kes binçav kirin.
Li navçeya Yenîşehîra Amedê di 23’ê Cotmehê de Çawişê Pispor Bîlal Dîcle rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Polîsan têkildarî bûyerê operasyon li dar xistin û di ser gelek malan de girt. Polîsên di ser taxên Şehîtlîk û Benusen ên navçeya Yenîşehîrê de girtin û 17 kes binçav kirin.
Dibe ku hêjmara binçavkirinan zêde bibe.