AMED – Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal têkildarî rewşa tenduristiya muwekîlê xwe de got: “Ev agahiyên hatin belavkirin ne tesadufî ne. Ev agahiyên dawî bi zanebûn li ser dozgeriyê dikin rojev.”
Hin agahiyên li ser rewşa tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di tora civakî de hatin parvekirin, bi milyonan kes rakir ser piyan. Di serî de li her devera herêmê û hemû cîhanê ji bo agahî ji rewşa Ocalan bê girtin çalakî tên li darxistin. Parêzera Ocalan Newroz Uysal jî têkildarî rewşa muwekîlê xwe axivî.
‘DEWLET ŞANTAJÊ BIKAR TÎNE’
Uysal destnîşan kir ku ew pêvajoya Îmraliyê temamî ew wek tecrîd û îzolasyonê pênase dikin û got: “Li Îmraliyê tu demê tecrît û agahiyên derew xelas nebûn. Li Îmraliyê hiqûqek bi temamî korsan tê birêve birin. Mixabin em dikin û nakin em pênaseyekê ji hiqûqa Îmraliyê re nabînin. Dewletê her tim mafên herî rewa jî wek bazarî û şantajê bikaranî.”
'TECRÎD GIHÎŞTIYE ASTEK KRÎTÎK’
Uysal da zanîn ku ev 2 sale tecrîd ber bi xetereyekê ve diçe û herî zêde jî piştî îlankirian OHAL’ê xetereyên ji bo Ocalan zêde bûne. Uysal got ku tecrîda li ser Ocalan gihîştiye astek gelek krîtîk.
‘EV AGAHÎ Û NÛÇE NE BÊPLAN IN’
Uysal bal kişand ser hin agahiyên li ser tora civakî têkildarî rewşa Ocalan hatin belav kirin û wiha dewam kir: “Ji vê agahiya avêti holê wêdetir xwestin bi daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Bursayê bikin rojev. Çunkî piştî daxuyaniyê nûçe hatin belavkirin. Twîttera li serê rojev çêdikin aidî sala 2015’an e. Balkêş e ku hin malperan kir nûçe. Pişt re demil dest dozgeriyê daxuyanî da û rojev ava kir. Agahî û nûçeyên der barê Îmraliyê de tên belav kirin tu demê ne tesadufî ê bêplan in. Van agahî û daxuyaniyan di çarçoveya planekê de tên kirin. Ev nûçe jî wisa ji ber xwe ve nînin.”
‘DEWLET DIXWAZE TEST BIKE’
Uysal anî ziman ku dewlet û rayedar dixwazin bi daxuyaniyan û agahiyên vî rengî xwedî derketina gel a li hember Ocalan test bikin û dixwazin rewşa Ocalan bipîvin. Uysal bi bîr xist ku ji bo rewşa Ocalan baş bibe û dikaribin pê re hevdîtin bikin gelek serlêdanan li sazî û dezgehên navnetewî yên mafên mirova dane û dê hewldanên wan ên hevdîtinê jî berdewam bikin.