ENQERE – HDP’ê roja 4’ê mijdarê ku hevserokên HDP'ê yên Giştî û parlementerên wan hatibûn girtin wek “Roja ji hilbijêrên girtî re azadî” îlan kirin. HDP xwe amade dike ku balê bikişîne ser parlamenter û siyasetmedarên girtî.
Di 4’ê mijdara 2016’an de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdah û parlamenterên HDP’ê hatin binçavkirin û girtin. Salek bi ser girtina hevserok û parlamenteran re derbas dibe. Bi munasebeta vê rojê HDP xwe ji bo çalakiyan amade dike.
Di vê çarçoveyê de HDP roja 4’ê mijdarê ku hevserokên wan giştî û parlementerên wan hatibûn girtin wek “Roja ji hilbijêrên girtî re azadî” da îlankirin. HDP dê di 3-4’ê mijdarê de li gelek navêndên herêmê û Tirkiyê çalakî û bernameyên cur bi cûr li dar bixe û bi van çalakiyan dê balê bikişînin ser girtina parlamenter û siyasetmedaran.
Li gel çalakiyên li kolanan dê di rojeva HDP’ê ya Meclîsê de jî salvegera 4’ê mijdarê be.