Hevserokê PYD’ê Hesen: Siyaseta Tirkiyê zerarê dide gelên herêmê

  • rojane
  • 10:50 25 Cotmeh 2017
  • |
img

QAMIŞLO – Heverokê PYD’ê Şahoz Hesen destnîşan kir ku bi paqijkirina DAIŞ’ê ya li Reqayê hatiye asta çareseriya siyasî û êdî dema gav avêtinê hatiye. Hesen got ku siyaseta Tirkiyê jî zerarê dide gelên herêmê. 

Hevserokên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen ê ku bi Hêvî Mistefa re di 27’ê îlonê de di 7'emîn Kongreya Asayî ya PYD’ê de hat hilbijartin geşedanên heremê ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxand. 
 
'EM GOTINÊN XWE DIXIN MERIYETÊ’ 
 
Hesen destnîşan kir ku partiya wan pêşengiya siyaseta li Sûriyê dide meşandin û ew li ser projeya federal dixebitin. Hesen da zanîn ku tiştên pêwîst ên ji bo avakirina Sûriya Demokratîk tespît kirine û got: “Di vê çarçoveyê de li ser daxwaza hevserokên me yên berê û bi erêkirina biryara navenda me hevserok, tuzik û bername hat guhertin. Ev jî demokartîkbûyînê dide nîşandan. Mînakbûn hat hedefkirin. Bi van guhertinan em gotinên xwe bikin meriyetê û me vê da îspatkirin. Em ê di vê çarçoveyê de li ser baweriya ku hevalên me vala dernekevin têkoşîna xwe bilind bikin.” 
 
'DIVÊ JI VÎNA GEL RE HURMET BÊ NÎŞANDAN’ 
 
Hesen anî ziman ku li Bakurê Sûriyê geşedanên dîrokê diqewimin û wiha dewam kir: “Paytexta Reqayê ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Li herêma Dêra Zor jî axa girîng jî hat azadkirin. Cîhan bi baldarî li van serkeftinan dinêre. Di heman demê de Rûsya, Îran, tifaqa rejîmê û Artêşa Tirk ketin axa me. Ev nakokiyek girîng e. Her tim axa me tacîz dikin. Divê viya baş bê zanîn destkeftiyên me bi berxwedanê ketine dest em ê dest jê bernedin. Em ê li dijî gefan gav paş de neavêjin. Ya rast jî ew e kul i Sûriyê çareseriya siyasî pêk bê. Ev çareserî federal û demokratîk nîn be, armanca Dewleta Tirkiyê jî ew e ku axa Bakurê Sûriyê dagir bike. Di vî warî de destkeftiyên leşkerî û siyasî yên li qadê girîng in. Dilê wan heye êrîş bikin lê dê li dijî wan îradeya berxwedanê jî hebe. Ya girîng jî ew e ku kesên dixwazin axa Bakurê Sûriyê dagir bikin, bila li bedelên azadkirina vê axê bibînin. Bakurê Sûriyê azad e û azad birêve diçe. Her roja diçe demokrasi bêtir sazîbûna xwe xurt dike. Gava ewil a hilbijartinan hat avêtin û amadekariyên gava duyemîn jî didome. Lazim e herkes hurmetê nîşanî vê rewşa demokaratîkbûnê bide. Berovajî vê yekê yên ku vîna gel tune bihesibîne divê bibînin ku gel çawa li ber xwe jî dide.” 
 
'ÊDÎ DEMA ÇARESERIYA SIYASÎ YE’ 
 
Hesen diyar kir ku siyasetmedarên Tirkiyê bi nêrînek neyartî li Bakurê Sûriyê dinêrin û wiha axivî: “Ji bo vê neyartî û êrîşkariya xwe li qadê pêk bînin, bi Rûsya û DYA’yê re têkiliyên wan hene. Em hin ji van tiştan agahdar in. Lê em ji hemûyî re ne serwer in. Li wî aliyê din ê Minbicê Rûsî hene. Li Dêra Zorê jî bi hevkariya koalîsyona navnetewî operasyon jî didome. Dê di demek kin de temam bibe. DYA û Rûsya aktorên bi bandor ên qadê ne. Ya girîng ne ew e ku Rûsya bi DYA’yê re hevdîtinan bike û lêgerîna çareseriya Sûriyê ye. Ya rast ew e ku bi hêzên li herêma Sûriyê re li ser çareseriya siyasî ya Bakurê Sûriyê bê axaftin. Cenevre dibe Astana dibe ku dibe bila bibe divê ku çareseriya siyasîbê bê nîqaşkirin. Piştî paqijkirina DAIŞ’ê ya ji Reqayê heke ku ev çareseriya siyasî pêk neye, xetereya ku dê hêzên leşkerî yên li qadê bên hember hev jî heye. Em dizanin ku herkes vê yekê dizane. Lê em dibêjin her çiqas kêm daxuyanî bên dayîn jî êdî dema gav avêtinê hatiye.” 
 
'TIRKIYÊ XWE NEGUHERÎNE DÊ WINDA BIKE’ 
 
Hesen destnîşan kir ku siyaseta Tirkiye birêve dibe kêrî gelên herêmê nayê û wiha lê zêde kir: “Divê ku êdî ev siyaset bê guhertin. Vîna li Tirkiyê derket holê ya gelan e. Gel jî Tirkiyê dagirker dibîne û dê li dijî wan li ber xwe bide. Tirkiye bi vê siyaseta xwe ya mezhebî ne li herêmê û ne jî li qada navnetewî nagîhîje tu armancê û encamekê jê dernaxe. Ji ber vî awayî divê bi aqil û fikrek nû siyaseta xwe buguherîne. Heke xwe ne guherîne jî dê ji sedî sed winda bikin.” 
 
'YA FERZ YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE’ 
 
Hesen bal kişand ser geşedanên piştî referandûma serxwebûnê ya Herêma Federa ya Kurdistanê û wiha dawî dawî li axaftina xwe anî: “Du hêzên bingehîn PDK û YNK cuda cuda siyasete hildiberînin. Ya rast ew e ku divê hemû hêz bên cem hev û bi hevkarî formul û stratejiyekê bidin pêşiya xwe. Ji bo yekîtiya neteweyî jî em amade ne. Ya herî ferz jî yekîtiya neteweyî ye.” 
 
MA / Erdogan Altan
 

Sernavên din

26/10/2017
16:23 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
16:19 Leşkeran bi ser gun de girt û malek şewitandin
16:08 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 699’an jî hat redkirin
15:30 ÎHD û Odeya Bijîşkan: Bila dawî li îşkenceya ATK’ê bê
14:57 Çalakiya Yukselê di roja 352'yan de ye: 5 kes hatin binçavkirin
14:34 Jin ji doza 8'ê Adarê beraet bûn
14:21 Binçavkirina Kavala 7 rojan dirêj kirin
14:20 Bêhnveda xewa zarok li ser zibalê amûran kom dike
14:03 Ceza li Midûra Karê Nivîsan a Komara KJA Tolan birîn
14:02 YE'yê 80 milyon ewro alîkariya ji bo Tirkiyeyê qut kir
13:21 Onder: Tecrîda li Îmraliyê îxaneta li dijî welat e
12:39 Li Deriyê El Welîd pevçûn diqewime
12:38 Pêşmergeyan rêya Mûsil û Hewlêrê girt
12:37 Desteya serokatiyê tê hilweşandin?
12:35 Parêzerên Ocalan cara 699’an serlêdan kir
12:19 Orhan Gonder ê bome xist mîtînga HDP'ê çi axivî?
11:44 'Bûn qurbanê rejîma ku diparêzin'
11:19 Polîsan li Mêrsînê kesek binçav kir
11:01 Biryara neşopandina dosyeya Mizrak hat rakirin
10:41 Rojnameger Çelîk: Em li dijî zextan bibin yek û dengê xwe bilind bikin
10:20 Serlêdan li Meclisê ne, lê encam tune!
09:59 2 jê rojnameger 2 jê parêzer 12 kes hatin girtin
09:48 Ocalan YPG ji tasfiyeyê rizgar kiriye!
09:41 'Girtîgeh awêneya pêşketina Tirkiyeyê ye'
09:38 Xwestin xanî bi serê wan de xera bikin
09:34 Onur: Li dijî qanûna miftîtiyan ‘xeta îxbarê’ divê
09:28 Bavê leşkerê ku PKK ew girt: Bi operasyonan re xeyalşikestî dibim
09:28 ‘Mirovên vê bazarê debara xwe bi çopê dikin’
09:27 'Bi Ocalan re me jî tecrît dikin'
09:26 Wargeha AFAD'ê bû cihê ranta AKP'iyan!
09:25 Ekolojîst: Guhertina qanûnan dê xwezayê talan bike
09:24 Di salekê de tenê 5 kargeh li Colemêrgê vebûn
09:23 Dêra Ardzvaperê roj bi roj tune dibe
09:22 Gundê Kopanisê li benda pirê ye
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2017'AN
25/10/2017
21:49 Hemû parazvanên mafên mirovan hatin berdan
19:46 Li Şirnexê teqîn: 2 kes birîndar bûn
19:16 Li Wêranşarê 4 kes hatin girtin
19:07 Polîsan avêt ser HDP’a Sûltanhîsarê
19:00 Rojnamger û parêzer bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
18:37 500 karkerên kana komirê di bin gefên mirinê de dijîn
17:34 Pîra 80 salî binçav kirin
17:11 Malbat: Em dizanin kê kuştiye
17:03 Navê Hêlîn Palandoken li parkê kirin
16:53 Peter Steudtner: Ez ji bo aştiyê xebitîm
16:27 Ozlem Dalkiran: Her kes di bin talûkeyek mezin de ye
16:11 Rejîm û DAIŞ êrîşî QSD’ê dikin
14:19 3 çalakgerên Kolana Yukselê hatin binçavkirin
14:10 Berpirsiyarên kana komirê ya Şirnexê hatin binçavkirin
14:04 Zimanzan: Qedexekirina Kurdî li dijî zanistiyê ye
13:45 Partiyên siyasî yên Wanê: Tecrîdê rakin
13:31 Girtîgeha Tîpa T a Wanê nûçeyên Ocalan sansûr dikin
13:30 Qedexeya li Mêrdînê hat rakirin
13:13 Li Dozgeriyê bêyî parêzeran îfade girtin
13:12 Parazvanên mafên mirovan derxistin dadgehê
12:54 Dema dîmenên îşkenceyê hat xwestin biryara 'veşarî' dan ser dosyayê
12:54 Li Stenbolê 62 endamên DAIŞ’ê hatin binçavkirin
12:30 Navê partiya Meral Akşener diyar bû
12:25 TSK, Efrînê ji Rojava de dorpêç dike
12:25 Polisan di serdegirtina malan de 17 kes binçav kirin
12:19 Serokwezîrê Iraqê Haydar el Îbadî li Enqereyê ye
11:48 Parêzera Ocalan Uysal: Dewlet bi zanebûn Ocalan dike rojev
11:43 Qarneya 18 salên CPT'yê ya li Îmraliyê!
11:35 Bi îdîaya "Şoreşa pirteqalî" 4 sal 9 meh ceza hat dayîn
11:22 HDP’ê 4’ê mijdarê ‘Roja ji hilbijêrên girtî re azadî’ îlan kir
11:06 Li Farqînê du hevjînên hev hatin binçavkirin
11:06 Endamê OHP’ê parêzer Yildiz hat binçavkirin
10:50 Hevserokê PYD’ê Hesen: Siyaseta Tirkiyê zerarê dide gelên herêmê
10:47 'Her derê welat bû wekî Girtîgeha Amedê'
10:31 Ji sedî 81 rapora wî ya berastengiyê heye, lê dîsa jî nayê berdan!
10:30 Çalakiyên ji bo Ocalan belav dibin
10:29 Rewşa 134 girtiyên nexweş ên li Herêma Egeyê
09:42 Bernameya Mijdarê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
09:40 Loxer xitimandin, şêniyên Sûrê di nava qenalîzasyonê de hiştin
09:39 Deriyên text ên şaredariyê tam derba dizekan e!
09:37 Rewşa girtiyê nexweş Keleş her diçe xerabtir dibe
09:19 Dozger: Alfabeya Kurdî koda tabloya çalakiyan e
09:18 Bi hatina payîzê re dest bi teşiyê kirin
09:13 Kalikê wî yê ermenî hêza berxwedanê ye
09:12 Reçela Miksê ji destê vê dayikê bixwin
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2017'AN
24/10/2017
21:44 Rojnameger Çelik ji girtîgehê derket: Em ê her tim rastiyê ragihînin
20:36 Atilla Taş, Murat Aksoy û Davut Aydin tehliye bûn
17:37 Rojnameger Çelîk hat berdan, Kanaat û Ogreten nehatin berdan
16:57 Îtîraza berdana bersûcên Şemzînanê red kirin
16:50 Li Wanê di 9 mehan de 2 hezar û 397 binpêkirina mafan qewimîn
16:16 Parêzvana mafên mirova Geylanî hat girtin
16:16 Li girtîgehê hat binçavkirin!
15:46 26 girtî ji Boluyê sewqî Kayseriyê kirin
15:45 Serokwezîr bersiv neda daxwaza dayikan
15:38 Malbata Tilaver cenazeyê xwe 8 meh şûnde wergirtin
15:35 Ji bo rojnameger Çelîk daxwaza berdanê
15:26 Dayikên Aştiyê daxwaza hevdîtinê li Serokwezîr kirin
15:17 Zimanê kurdî li dibistanek Şirnexê hat qedexekirin
15:13 Rojnamegerên serbest tên darizandin: Ev doza tirsandinê ye
15:07 Doza Bekir Kaya hat paşvexistin
14:55 Li Kolana Yukselê roja 350'an: 4 kes hatin binçavkirin
14:50 7 sal û 6 meh ceza li Hevşardar Çapanoglu birîn
14:44 Doza Kemal Kurkut di 14'ê Kanûnê de ye
14:44 Hinceta binçavkirina Kavala diyar bû