ÊLIH – Tevî ku ji sedî 81 rapora berastengiyê ya girtiyê nexweş Nasir Ulug ku li Girtîgeha Jimare 2 a Xarpêtê tê girtin heye, Saziya Tiba Edlî dîsa jî rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne” da Ulug.
Nasir Ulugê 64 salî, di 20’ê Adara 2012’an de di Newrozê de dema ew û polîsan ketin qirika hev hat binçavkirin û paşê hat girtin, tevî ku ji sedî 81 rapora wî ya berastengiyê heye, dîsa jî bi tawanbariya “endamtiya rêxistinê, muxalefeta li hemberî qanûna jimare 2911’an û astengkirina peywira polîsan” 3 sal û meh û 15 roj cezayê girtîhehê lê hat birîn. Piştî ku di 14’ê Adarê de cezayê wî hat tesdîqkirin Ulug xistin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê, lê belê piştî ku rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bû sewqî Girtîgeha Jimare 2 a Xarpêtê hat kirin.
Li ser daxwaznameyên Ulug û malbata wî, Ulug şandin Saziya Tibê ya Edlî ya Stenbolê. Lê belê saziyê biryareke skandalî da. Saziya Tibê rewşên astengdar ên Ulug yeko yeko rêz kirin û paşê got dikare li girtîgehê de bê tedawîkirin û diyar kir ku pêdivî bi tehliyeya wî tune ye. Her wiha Saziya Tiba Edlî tevî ku ji sedî 81 rapora berastengiyê ya Ulug heye jî, îdia kir ku Ulug ji sedî 75 berasteng e.
Her diçe rewşa tenduristiyê ya Ulug nebaştir dibe û bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Li gel vê rewşê jî li hucreyeke 3 kesî dimîne. Nexweşînên dil, pişik, şekir û tansiyonê pê re hene û berî bê girtin li Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê ji apandîsa xwe emeliyat bûbû û dermanan bi kar tîne.