ENQERE - Çalakiyên ji bo balkişandina ser tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan belav dibin. HDP ji îro û şûnde heta 19'ê Mijdarê dest bi rêzeçalakiyan dikin.
Piştî der barê rewşa tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nûçe li ser medya civakî hatin belavkirin fikar û nerazîbûnên gelê kurd û nûnerên sazî û rêxistinên kurdan zêde bûn. Li ser vê agahiyê li Tirkiye û Ewropa çalakî zêde bûn. Li gelek bajarên Ewropa nûnerên sazî û rêxistinên kurdan li kolanan çalakiyan li dar dixin û dixwazin heyet bişînin Îmraliyê. HDP û DBP'ê jî plana çalakiyan derxist û diyar kirin ku heta heyet biçe Îmraliyê û der barê tenduristiya Ocalan de bibin xwedi agahî dê çalakiyên xwe mezin bikin.
Rêxistina HDP'ê giştînameyek ji hemû rêxistinên bajar û navçeyan re şand û biryar da ku heta 19'ê mijdarê çalakiyan pêk bînin. HDP’ê di giştinameyê de xwest ku heta 19'ê mijdarê, daxuyanî, civînên çapemeniyê, grevên birçîbûnê, panel û semîneran pêk binin û malan ziyaret bikin. HDP'ê destnîşan kir ku Ocalan 18 salin li Girtigeha Tîpa F a Îmraliyê mahkûmî pergala Îmraliyê hatiye kirin û wiha got: "Di 2,5 salen dawî de di bin tecrida mutlak te dê girtin. Em bi tu awayî agahiyê jê nagirin. Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re nikare hevdîtin bike. Di demên dawi de agahiyên di lijî fermî li ser medya civakî hatin belavkirin fikarên me zêde dikin. Em der barê ewlehî û tenduristiya Birêz Ocalan de bi fikar in. Em dixwazin demek berî demekê tecrida giran bi dawî bibe û hevditin bên kirin."
EM DÊ MAFÊ XWE YÊ DEMOKRATÎK PÊK BÎNIN'
HDP'ê di giştînameyê de diyar kir ku ji bo tecrîd bi dawî bibe dê mafê xwe yê demokratîk pêk bînin û wiha got: “Ji bo tecrîd û îzolasyona li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe û hêzên neteweyî û navteweyî têkevin nava tevgerê, malbat û parêzer bi Ocalan re hevditin bikin û vê tecrîdê bi dawî bikin em dê mafê xwe yê demokratîk Pêk bînin. Ji bo der barê tenduristiya wî de em bibin xwedî agahî û ev pirsgirêk ji holê rabin em dê hemû mafê xwe yê demokratîk biparêzin. Ji bo vê yekê em dê mafê xwe yê demokratik meşên girseyî, çalakiyên rûniştinê, daxuyanî, grevên birçîebûnê, pek bînin.
Rêzeçalakiya HDP’ê ya pêk bînin wiha ye:
* Ji dîroka giştînameyê heta 29'ê Cotmehê divê li hemû rêxistinên navçe û bajarên me bi girseyî daxuyaniyan bidin çapemeniyê.
* Ji 30'ê Cotmehê heta 4'ê mijdarê divê bi girseyî nameyan ji birêz Ocalan re bişînin. Dîsa ji bo hevdîtina bi Ocalan re ji Wezareta Dadê, Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, CPT û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî re daxwaznameyan bişînin.
* Ji 4'ê Mijdarê heta 12'ê Mijdarê li hemû rêxistinên navçe û bajaran bi awaeykî dorveger çalakiyên greva birçîbûnê bên destpêkirin. Divê fînal bi çalakiya rûniştinê bi dawi bibe.
* Ji 12'ê mijdarê heta 19'ê mijdarê divê meş, çalakiyên rûniştinê, panel û civînên gel, çalakiyên li derve û hundir bi awayekî zêde bên lidarxistin.
* Di vê pêvajoye de dîvê hemû rêveberên me û rêxistinên me yên bajar û navçeyan ji bo mijar bibe rojev, piştî saet 17.00’ê êvarî dest bi xebatên tax û malan bikin."