DÎLOK – Li Çarşiya Sifiran a Dîlokê, şaredariyê ji bo “dîtbariyê” deriyê textîn bi esnafan da çêkirin. Dizan jî ev yek wek firsendê dît û di nava mehekê de ketin gelek dikanan. Her çi qas di kamerayan de diz hatibin tespîtkirin jî, lê belê esnafan diyar kir ku polîsan tenê girtek nivîsandine û hew.
Li navçeya navendî ya Şahînbey a Dîlokê, di nav mehekê de gelek caran diz ketin dikanên esnafên Çarşiya Sifiran. Esnafan diyar kir ku heman diz dikeve dikana wan. Esnafan anî ziman ku di kamerayan de ser çavê diz baş dixuyê, lê belê polîs ji bo zevta wî tu tiştî nakin. Esnafan, got ku Şaredariya bajarê mezin ji bo dîtbariyê ji wan xwestiye ku deriyên xwe bikin deriyên textîn, lê belê ev yek ji bo dizan bûye firsend. Esnafan diyar kir ku Şaredar Fatma Şahîn soz dabû ku dê ji bo çarşiyê peywirdarên ewlehiyê peyda bike, lê belê soza xwe bi cih neaniye.
EMNIYET XWE LI BÊDENGIYÊ DATÎNE!
Salman Çarli ku 78 sal in sifirvaniyê dike, anî ziman ku 3 hefte berê diz ketine dikana wî û ji ber vê 8 hezar lîre zirara wî çê bûye. Çarli dest nîşan kir ku hemû rayedar li hemberî van bûyerên diziyê xwe li bêdengiyê datînin. Çarli got ku wî di 9 mehan de bi zor û heft bela 8 hezar lîre qezenc kiriye, lê belê di şevekê de hatiye dizîn. Çarli got ku li gelek deverên çarşiyê kamerayên ewlehiyê hene û di kamereyan de ruyê diz baş dixuyê, lê belê emniyet wî zevt nake. Çarli got ku polîsan tenê girtek nivîsandiye û wiha got: “Emniyeta Dîlokê li hemberî van bûyeran xwe li bêdengiyê datîne.”
Esnafê bi navê Nusret Yilmaz jî diyar kir ku 2 caran diz ketine dikana wî û hema bêje her roj diz dikevin dikanekê. Yilmaz, diyar kir ku ji ber vê bi şev ew nerihet in û dema serê sibehê tên çarşiyê di rê de dibêjin “gelo diz ketine dikanên me yan na”. Yilmaz, dest nîşan kir ku şaredariyê gotiye ew ê peywirdarên ewlehiyê peyda bikin, lê belê ev demeke deng ji wan dernayê. Yilmaz got ku ji bo derabeyên dikanan xweşik xuya bikin, şaredariyê deriyên textîn bi wan daye çêkirin, lê belê dizan jî ev yek firsend dîtiye û bi rihetî dikevin dikanên wan. Yilmaz, diyar kir ku jixwe piyase sekinandiye û karê wan nabe, bi ser de jî bûyerên diziyê diqewimin.
‘’DEWLET XWE DIPARÊZE’
Turgut Încenacar, diyar kir ku 3 qirn in ku malbata wî li vê çarşiyê esnaftiyê dike, lê belê ew heta niha nebûye şahidê dizeyeke wek a niha. Încenacar got ku di nava hefteyekê de diz ketine gelek dikanan, her çi qas di dîmenan de serçavên wan dixuyê lê belê polîs dîsa jî polîs wan zevt nakin. Încenacar dest nîşan kir ku ew ji vê rewşê gilîdar in û wiha got: “Dewlet tenê xwe diparêze, gel naparêze.”