EDENE - Rewşa girtiyê nexweş Selamî Keleş her diçe girantir dibe. Malbata wî dixwaze li nexweşxaneyeke tam bi teçhizat bê tedawîkirin û rapora ‘nikare di girtîgehê bimîne” bidin wî.
Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, rewşa girtiyê nexweş Selamî Keleş ku nexweşê epîlepsiyê ye her diçe girantir dibe. Hefteya berê kurxalê Keleş, Uzeyir Kilgi bi Keleş re hevdîtin çê kir û bi bîr xist ku ji bo raporê sewqî Fakulteya Tibê ya Duzceyê hatiye kirin, lê belê piştî şeş mehan şûnde rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” dane wî.
'WÊ TERKÎ MIRINÊ BIKIN’
Kilgi, anî ziman ku Keleş nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de jiyana xwe îdame bike. Kilgi got ku hevalên wî yên qawîşê pêdiviyên wî bi cih tînin. Kilgi diyar kir ku der barê rewşa Keleş de wan bi îdareya girtîgehê re hevdîtin çê kiriye, lê belê ji wan re ev tişt hatiye gotin: “Çi hewce be em dikin. Diçe revîrê û tê. Tiştekî bê kirin tune ye.” Kilgi, dest nîşan kir ku di girtîgehê de bi awayekî tam tedawiya Keleş nayê kirin û wiha got: “Dema hevalên wî alîkariya wî nekin, dê îdareya girtîgehê wî têxe hucreyekê û terkî mirinê bike. 6 meh berê rapor dan Keleş û ji ber vê di girtîgehê de dimîne.”
Kilgi, diyar kir ku ji ber nexweşîna xwe Keleş nizane li derdorê çi diqewime, kesî nas nake û nizane li kuderê ye. Kilgi wiha domand: “Em dixwazin Keleş bînin girtîgeheke nêzî Edeneyê. Em dixwazin li nexweşxaneyeke tam bi teçhîzat bê tedawîkirin û dubare raporê bidinê. Rewşa wî ya tenduristî diyar e. Her diçe ber bi mirinê ve diçe.”