* Dayika 45 salî Besta Samî, yekane esmafa jin a Miksê ye, reçela gûzan a li malê çêdike li ser dezgehê xwe yê piçûk difiroşe. Samî xwe amade dike li navenda Wanê berhemên xwe bifroşe salonên taştê, piştgiriya herî zêde jî jin didin wê.
*Li gundê Şitazin a Geverê Mehmet Turan li gel hemû pêkanînên koçberkirinê wek kalikê xwe yê ermenî ku wî kiribûn misilman li ber xwe dide.
* Di îdianameya Îsa Kûrtay de ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” girtiye, dozger ristên helbestkar û siyasetmedarên navdar delîl hesibandin û her wiha dadgeh jî ji bo alfabeya kurdî got “koda çalakiyê ya rêxistinê”.
* Li 19 girtîgehên Herêma Egeyê bi giştî 134 girtiyên nexweş hene. Rojnameger Seyithan Akyuz, Ergîn Aktaş ku her du destên wî tune ne, Helbestkar îlhan çomak, girtiyên rewşa wî giran Yusuf Bulut û Ahmedî Hamî jî di nav de, gelek girtiyên nexweş ku zêdeyî 4 mehan e di hucreyan de hene.
* Rewşa girtiyê nexweş Selamî Keleş her diçe girantir dibe. Malbata wî dixwaze li nexweşxaneyeke tam bi teçhizat bê tedawîkirin û rapora ‘nikare di girtîgehê bimîne” bidin wî.
* Li Çarşiya Sifiran a Dîlokê, şaredariyê ji bo “dîtbariyê” deriyê textîn bi esnafan da çêkirin. Dizan jî ev yek wek firsendê dît û di nava mehekê de ketin gelek dikanan. Her çi qas di kamerayan de diz hatibin tespîtkirin jî, lê belê esnafan diyar kir ku polîsan tenê girtek nivîsandine û hew.
* Li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûra Amedê, piştî birîna av û ceryanê, vê carê jî loxer hatin xitimandin û ji ber vê kuçe di nav av û gemara qenalîzasyonan de man.
* Li gundê Xumar ê navçeya Şaxê, jin bi hatina payîzê re dest bi teşiyê dikin û heta dawiya zivistanê bi bêhna fireh xalîçe, balgî, gore, heybe, çente û hwd. dirêsin.
* Bernameya meha Mijdarê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû. Wê di çarçoveya bernameyê de pêşangeha wêneyan bê vekirin û her wiha wê 2 lîstikên şanoyê bên lîstin.
* Tevî ku ji sedî 81 rapora berastengiyê ya girtiyê nexweş Nasir Ulug ku li Girtîgeha Jimare 2 a Xarpêtê tê girtin heye, Saziya Tiba Edlî dîsa jî rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne” da Ulug.
* 8 jê girtî 11 parazvanên mafên mirovan dê li 35'emîn Dadgeha Cezayen Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê derkevin pêşberî dadgehê. (10.00)
* Rêxistina DBP'ê ji bo balê bikişîne ser tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dê li avahiya DBP'ê ya Wanê bi civina çapemeniyê bi raya giştî re parve bike. (11.00)
* Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" dê di roja 351'an de li Kolana Yukselê berdewam bike. (13:30-18:00)