AMED - Mazlum Demîr ê li navçeya Hênê hat girtin, polîsan ew ji girtîgehê girt û birin Şaxa TEM'e.
Li navçeya Hênê ya Amedê di 5'ê Cotmehê de Mazlum Demîr bi 2 kesan re hat binçavkirin, di 18'ê Cotmehê de hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Demîr ê rojekê li girtîgehê ma, polîsan di 20'ê Cotmehê de ew ji girtîgehê girin û birin Şaxa TEM'ê û ew careke din binçav kirin. Bavê Demîr M. Saît Demîr, da zanîn ku tiştekî ku kurê wî di girtîgehê de bigire tune, wî nizanbûye li Şaxa TEM'ê tê girtin û dê vê bêhiqûqiyê qebûl nekin.
‘EM Ê SERLÊDANA SÛC BIKIN’
Demîr da zanîn ku ew di vê der barê de gelek bi fikar in û wiha pê de çû: "Rêgezên hiqûqê tên binpêkirin û kurê min dibin Şaxa TEM'ê. Bila sedema wê ji me re bêjin, li ku hatiye dîtin ku piştî biryara dadgehê kesan binçav dikin. Em ê serlêdana sûc bikin."
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da zanîn ku ew ê di serlêdanê de piştgiriyê bidin Demîr.