BOLU – Ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê 26 girtî sewqî Girtîgeha Kayseriyê hatin kirin.
Ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê bêyî daxwaza wan 26 girtî sewqî Girtîgeha Kayseriyê hatin kirin. Ji girtiyan Ergîn Atabey bi malbata xwe re hevdîtina vekirî pêk anî û got ku binpêkirina mafan zêde bûye. Atabey diyar kir ku 26 girtiyên siyasî sewqî Girtîgeha Kayseriyê hatine kirin û di nav de girtiyên bi navê Mahmut Yamalak, Aydin Şaka, Aydin Sogut û Sadik Hazan jî hene. Atabey wiha dewam kir: “Midurê Girtîgeha Tîpa F a Boluyê bi taybetî li ser girtiyên siyasî provkasyonan dike û bi pêkanînên kêfî girtiyên siyasî tecrîd dike. Em van neheqiya qebûl nakin. Me zextan qebûl nekir û li ber xwe da. Lê Girtîgeha Boluyê xwest berxwedana me bi sirgûnê pasif bike. Bi taybetî 4 saetên me yê cihê bêhnvedanê daxist saetekê. Derî tevahiya rojê girtî ye.”
Atabey da zanîn ku ew ê ji tu zextan re serî netewînin û xwest der barê rewşa binpêkirina mafan ên li girtîgehan de raya giştî hestiyar tevbigere.