ENQERE - Dayikên Aştiyê yên ji bo bi Serokwezîr Bînalî Yildirim re hevdîtinê bikin hatin Meclisê, Serokwezîrtiyê bersiv neda dayikan. Perîhan Akbulut li ser navê dayikan axivî û ev tişt got: "Em êdî naxwazin tu dayik bigirîn. Em hêvîdar in Serokwezîr daxwaza me ya hevdîtinê erênî bibîne."
Ji gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê gelek Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê çûn Enqerey û tev li Civîna Koma HDP'ê bûn û daxwaza çareseriyê ji Serokwezîr Bînalî Yildirim kirin û xwestin bi Yildirim re hevdîtinê pêk bînin. Serokwezîrtiyê bersiva hevdîtinê neda dayikan. Dayikan di heman demê de xwestin bi Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê re jî hevdîtinê bikin, lê bersiv neda vê daxwaza dayikan jî.
Piştî demek dirêj bersiv ji dayikan re nehat, dayikan civîna çapemeniyê li darxist. Daxuyanî li Salona Civînê ya Koma HDP'ê hat dayîn û li ser navê dayikan Wekîla HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca, wekîlên HDP'ê Sîbel Yîgîtalp, Meral Daniş Beştaş û Ayşe Acar Başaran jî piştgirî da wan.
Li ser navê dayikan Perîhan Akbulut daxuyanî xwend û ev tişt got: "Em hêj li benda berisva wan in. Dengê dayikan bibihîsin. Ev çend car em tên vir lê berisvekê nadin me. Bila destê xwe ji bo aştiyê dirêj bikin. Dayik aştiyê dixwazin. Aştî daxwaza hemû gelê vî welatî ye."
Besîme Konca jî got ku "Dayikên Aştiyê ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Birêz Ocalan û şideta li Tirkiyeyê, hatine vir" û aşkera kir ku dayikan daxwaza hevdîtinê kiriye, lê tu bersiv negirtine. Konca xwest bersiva dayikan bê dayîn û ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtin bê sazkirin.