STENBOL – Di rûniştina doza rojanemegerên ji e-postayên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ên di RedHackê de hatin serwîskirin, dozger ji bo Midûrê Nûçeyan ê DÎHA’yê Omer Çelîk tahliye xwest, ji bo rojnameger Tunca Ogreten û Mahîr Kanaat jî biryara domandina girtinê xwest.
Bi boneya e-postayên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ji aliyê RedHack’ê ve hatibûn belavkirin û nûçeyên wan hatibûn çêkirin rûniştina doza ewil a 3 jê girtî 6 rojnamger tên darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 29’êmîn a Stenbolê didome. Piştî parastina 6 rojnamegeran dozger mutala xwe da. Dozger biryara berdana Midûrê Nûçeyan ê DÎHA ya bi KHK’ê hat girtin Omer Çelîk da û der barê edîtorê berê yê Dîken Tunca Ogreten û xebatkarê rojnameya BîrGun’ê Mahîr Kanaat de jî biryara domandina girtinê da.
Doz bi parastina rojnamegeran didome.