ŞIRNEX – Li Dibistana Seretayî ya Tumgeneral Omer Keçecîgîl a Şirnexê mamosteyek nivîsa “Ez ê bi kurdî neaxivim” li dîwarê polê daliqand û axaftina kurdî li xwendekaran qedexe kir.
Li Dibistana Seretayî ya Tumgeneral Omer Keçecîgîl a li taxa Gundogdu ya Şirnexê li polekê mamosteyek nivîsa “Ez ê bi kurdî neaxivim” li dîwar daliqand û axaftina kurdî li xwendekaran qedexe kir. Wêneyê nivîsa li polê daliqandî ji aliyê malbata xwendekarek ve hat kişandin û navê mamosteyê nivîs li polê daliqandî nehat zanîn. Wêne li ser tora civakî hat parvekirin. Der barê mijarê de em bi endamên Egîtîm Sen’ê re axivîn û wan jî mijar pişt rast kir.
WÊNE ŞANDIN BÎMERÊ
Hat zanîn ku wêne şandine Navneda Ragihandinê ya Serokwezîriyê (BÎMER) û gilîkirina wêne hatiye qebûlkirin. Lê nayê zanîn der barê mamosteyê wêne daliqandiye ka kar û bar hatiye destpêkirin an na. Di wêne de li gel nivîsa “Ez ê bi kurdî neaxivim” nivîsên wek “Ez ê di dersê de neaxivim” û “Ez ê di polê de pevnaçinim” jî cih digire.
BERIYA NIHA JÎ WÊNEYÊN BANGA ŞER DALIQANDIBÛN
Beriya niha jî li dibistana gundê Mendîker ê Şirnexê jî nivîsa wek “Şehîd namirin û welat parçe nabe” hatibûn nivîsîn û daliqandin. Her wiha dîsa wêneyên banga şer yên tank, helîkoptêr û balafirên şer jî li ser deriyan hatibûn daliqandin.