ENQERE – Polîsan di roja 350’emîn de carek din mudaxeleyî çalakiya li Kolana Yukselê kir û 4 kes binçav kir.
Çalakiya greva birçîbûnê ya akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça ket roja 230’emîn. Çalakiya hem ji bo piştevaniya Gulmen û Ozakça û hem jî “Em karê xwe paş ve dixwazin” di roja 350’emîn didome.
Kedkarên çalakvan wek her roj xwestin li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê daxuyanî bidin çapemeniyê. Lê polîsan destûr neda çalakvanan ku daxuyanî bidin. Li ser vê yekê çalakvan ji bo li Kolana Konurê daxuyaniya xwe bidin li hev kom bûn. Çalakvanên pankartên xwe vekirin û amadekariya çalakiyê kirin lê polîsan mudaxele kir. Polîsan pankartê çalakvanan çirand û 4 kes binçav kir.
Polîsan bi guleyên plastîk mudaxeleyî rojnamegerên çalakiyê dişopandin kir û destûr nedan rojnameger mudaxelya polîsan bikişînin.