STENBOL – Hat zanîn ku Serokê Lîjneya Rêveberiya Çandê ya Anadolu û karsaz Osman Kavala di çarçoveya lêpirsîna pêvajoya 17-25’ê kanûnê û hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê de hatiye binçavkirin.
Hinceta binçavkirina Serokê Lîjneya Rêveberiya Çandê ya Anadolu û karsaz Osman Kavala yê di 18’ê cotmehê de dema ji Dîlokê vegeriya Balafirgeha Ataturkê hatibû binçavkirin derket holê. Hat zanîn ku Kavala di çarçoveya lêpirsîna di pêvajoya 17-25’ê kanûnê û hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye destpêkirin hatiye binçavkirin.