STENBOL - Midurê Nûçeyan ê DÎHA'yê Omer Çelîk ku ji doza RedHack'ê 10 meh in girtî ye, li dadgehê parastinê dike. Çelîk dema dest bi parastinê kir û behsa beşa dema roja hatiye binçavkirin û îşkence lê hatiye kirin dikir Serokê Dadgehê mudaxeleyî parastinê kir. Serokê Dadgehê xwest Çelîk ji beşa îşkenceyê derbas bibe û balkêş bû ku dadger got: "Derbasî beşa sûc bibe"
Bi boneya e-postayên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ji aliyê RedHack’ê ve hatibûn belavkirin û nûçeyên wan hatibûn çêkirin ji 3 rojnamegerên 304 roj e girtîne Midûrê Nûçeyan ê DÎHA ya bi KHK’ê hat girtin Omer Çelîk li dadgehê cara ewil parastina xwe dike. Çelîk di parastina xwe de dema hatibû binçavkirin behsa îşkenceya lê hatiye kirin kir. Li ser destpêkirina parastina Çelîk, Serokê Dadgehê xwest dev ji beşa îşkenceyê berde û balkêş bû ku got: “Derbasî beşa sûc bibe.”
Parastina Çelîk ku bi kurdî kir wiha ye: “Di serî de ji bo di vê pêvajoya darizandinê de ez malbat xwe, hempîşeyên xwe, hogirên xwe, parêzerên xwe ku ez tenê nehiştim û heyeta dadgeha we ya binirx silav dikim. Bêguman serdestiyek min ji bo tirkî heye. Min li vî welatî jiyan kir û li dibistanê vir xwend. Ji ber vê têkildarî tirkî ne xwedî darazek neyînî me. Min di pêvajoya girtinê de carek din fêm kir ku zimanê dayika min pir girîng e. Beriya niha bi demek kurt TDK bi dirûşmeya “Zimanê zikmakî nasnameya me ye” kampanyek da destpêkirin. Min ev di rojnameyan de xwend. Ji ber vê sedemê her çiqas kêmasiya min hebe jî lê ez ê parastina xwe bi zimanê dayikê kurdî bikim. Ez dixwazin diyar bikim ku ya min ji zimanê min dûr kir û kêmasiya min bi min da çêkirin ji ber polîtîkayên pişaftinê ye.
Di serî de hemû endamên heyetê em hemû baş dizanin ku ‘rewşa mahsumiyetê’ nêzîkatiya bingeha hiqûqî ava dike. Lê ev rêgeza bingehîn mixabin ji bo me ji holê hatiye rakirin. Heke ku ez di aliyê xwe de vê rastiyê bînim ziman, sedemê wê jî dema ez hatim binçavkirin tiştên min jiyan kir îşkence ye. Divê ku beriya her tiştî li welat rêgezên hiqûqî û demokrasiye hebin. Lê mixabin li Tirkiyeya îro her roja ku diçe rewş paş de dikeve. Her ku diçe hiqûq li holê namîne û paş de dikeve. Li welatek din bûya dê ji ber xebata me ya pîşeyî belkî hêjayî xelata bihatina dîtin. Nêzîkatiya em rû bi rû hiştin îşkenceya fizîkî û girtin bû. Di çarçoveya lêpirsîna li min hatibû vekirin de polîs hatin ber mala min, li derî xistin. Çawa min derî vekir polîsan xwe avêt ser min û nêzî du saetan îşkence li min kirin. Ew qas har bûn, min li ser ava berfa meha Kanûnê ya li şaneşînê dirêj kirin û îşkenceya xwe li vir jî dewam kirin. Ji xwe ew qas bi bawer bûn, ez hêvîdarim dê li bir baş bê fêmkirin.
EZ 24 SAET ŞÛNDE SEDEMA BINÇAVKIRINA XWE HÎN BÛM
Li gel ew qas îşkence li min kirin û ji bo çi min binçavkirin e bêyî ku yek peyvekê bêjin, min birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Rojek şûn de dîsa bêyî ku tiştek bêjin min anîn Stenbolê. Sedemê binçavkirina xwe piştî 24 saetan min birin lêpirsînê ez hîn bûm.
Birêz heyet, heke ku hûn îro lê binêrin dibû ku ez ne li hemberî we bûma. Ji ber ku polîsan dikaribû min li malê jî înfaz bikin. Polîsên li min îşkence kirin, li ser serê min demek dirêj rawestiyan li ser kuştina min bi hev re nîqaş dikirin. Çarçoveya îro em têde ne û vê darizandinê ji we re berdidim. Dibû ku ez wê roja binçavkirinê bihatima kuştin û wek her tim çekek danîna ber serê min. Demildest roja din dikaribûn daxuyaniyek fermî ya “Me terorîstek kuşt” bidana û bêyî darizandin di çapemeniya nêzî desthilatdariyê de cih bigirta. Bi vê yekê re tişta herî girîng jî ew e ku rapora min a tenduristiyê ku ez îşkence li min hatiye kirin winda kirin e. Bi mehan e parêzerên min xwe nagihînin vê raporê. Ji ber vê yekê ez nikarin serlêdana sûc jî bikim. Mixabin mirov li hember vê bêhiqûqiyê nikarin xwe biparêzin jî.
Birêz heyet, Tirkiye îro bi rêbazên tiştên min jiyî bi awayê pêkanînên siyaseta mafyatîk tê birêvebirin. Îro hemû mafê jiyanê, azadiya fikir û ramanê, azadiya çapemeniyê, normên hiqûqa navnetewî û maf û azadiya mirovî hatiye bisînorkirin û tê desteserkirin. Desthilatdariya siyasî ji bo alîgirên xwe cuda tevger dike û yên li hember wê muxalefetê dikin cuda tevger dike. Faktora sereke ya ku vê karektera siyasî ya AKP’ê dide nîşandan polîtîkaya “yekperestiyê” yek ziman, yek civak, yek çand, yek ol, yek desthilatdarî, yek siyaset û yek raman e. Ji her deverê agahî û nûçeyên cudakariyê, ne qebûlkirin, sûcdarî û pevçûyînê belav dibin. Li şûna zimanekî li hev kirinê û aştiyane weşan bihata kirin lê tenteneyên şer lê didin.
Ma em rewşa welat ku dixwazin bînin yekperestiyê qebûl bikin? Dixwazin em serê xwe li ber wan xwar bikin û pesnê wan bidin. Gelo em tazîbûna Kral nebinin, ne nivîsînin û nebêjin?
EGER HÛN ÇEND NÛÇEYÊN GIRÎNG ÊN DÎHA MERAQ DIKIN BINERIN
Her çendî şertên zehmet hebin jî û berdêla wê bê dayîn jî kesên dixwazin di Çapemeniya Azad de bixebitin hene. Ji van yek jî ez dikarin ji dil bêjim ku Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê ye û ez 9 sal e li wir dixebitim. Vê ajansê di sala 2002'an de dest bi weşana xwe kir û di rêgeza xwe da dirûşma "Ji Rastiyan Tu Carî Tawîz Nayê Dayîn" esas girt. DÎHA di 12 salan de li herêmê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û li cîhanê geşedan şopandin. Bi nûçeyên ku serwîs kirin rojev diyar kir. Heke hûn ji van nûçeyan meraq dikin ez çend heban ji we re rez bikim.
• Di sala 2006'an de li Amedê ji ber fîşeka gazê ya polîsan Enes Ata û Mahsun Mizrak jiyana xwe ji dest dan
• Komkujiya Roboskê ya 34 gundiyan jiyana xwe ji dest da
• Skandala tecawizê ya li Girtîgeha Pozantiyê li dijî zarokan pêk hat
• Di êrîşa topa hewanê de Ceylan Onkol jiyana xwe ji dest da
• Ugur Kaymaz bi bavê xwe re di nav kuçeyê de hatin gulebarankirin
• Skandala di sala 2012'an de di ezmûnên KPSS'ê de hatin belavkirin û hwd. (Her Wekî Din)
Ji ber van nûçeyan û bi sedan nûçeyên wekî wan, tundiya ku me nedît nema. Ruxmê vê jî me dîsa dengê wijdana xwe guhdar kir, bi israr xwedî li heqîqetê derketin. Ev serkeftina ku me di nezera civakê pêk anîn, bi çavkaniyên astronomîk an jî qadroyeke gelekî mezin û bi amûrên profesyonel pêk nehatin, hemû bi derfet û keda me pêk hatin. Di wê dema ku her kes bi 3 meymûnan dileyst, me çavê xwe negirt, guhê xwe nexitimand û em ji gotina xwe nehatin xwarê. Me bi wêrekî ev yek kir. Li vir hempîşeyên min ên din jî di vî pîşeyî de bi heman awayî tev digerin û rûmeta rojnamegeriyê bi wêrekî diparêzin. Îro bi saya serê rojnamegerî û saziyên çapemeniyê yên muxalîf, rastiyên ku li ser wan bi çarşeveke reş hatiye pêçan, piçek be jî tê çirandin. Heta vê demê tiştên ku derketine holê tenê beşeke wê ye. Lê ya mayî jî piştî ev dewran guherî dê teqes bi hemû zelaliya xwe derkeve holê.
JI TIRSAN DESTÊ ROJNAMEGERAN KELEPÇE DIKIN
Ji ber vê tirsê îro rojnamegerên muxalîf destên wan tên kelepçekirin, saziyên wan tên mohrkirin. Bi îlankirina OHAL'ê re û derxistina KHK'an re li dijî çapemeniya muxalîf pêkanînên sîstematîk di dewrê de ne. Malpera meya înternetê ya Ajansa me DÎHA'yê di 24'ê Tîrmehê Roja Azadiya Çapemeniyê de hat astengkirin. Ji vê dîrokê şûn de bi giştî 48 caran bi heman hincetê hat sansurkirin. Ev biryarên ku hatin girtin, wekî hinceta girtinê jî hin caran nûçeyên me hatin nîşandan, piştre beyî ku tu hincet bidin nîşan bi biryara dadgehê hatin astengkirin. Ruxmê van astengiyan gelek nûçegîhanên me ji ber nûçeyên xwe hatin girtin û avêtin girtîgehê, piştî nikaribûn bi vî şeklî dengê me qut bikin, herî dawî di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi biryara KHK'ê deriyê me hat mohrkirin. Dibe saziyên me hatibin mohrkirin, lê ev nayê wê wateyê ew zimanê me yê ku em heqîqetê bi wê berz dikin bê qutkirin.
Heyeta bi rêz, ji bo tundiya li ser medyaya muxalîf bê fêmkirin, tenê li daneyên saleke piştî OHAL'ê bê mêzekirin bes e. Di vê demê de 5 ajansên nûçeyan, 24 radyo, 16 TV, 63 rojname û 20 kovar û 178 saziyên çapemeniyê hatin girtin. Ev hejmar her roj diçe zêde dibe. Dîsa îro li girtîgehên Tirkiyeyê 176 rojnameger girtî ne. Ev tabloya heyî, dide nîşan ku azadiya çêkirina nûçe û lêpirsînê ji holê hatiye rakirin. Ji derveyê wan gelek xebatkarên çapemenî û rojnameyan hatine girtin û ev her kes dizane, desthilatdariya siyasî jî her tiştî wekî tiştekî asayî dide nîşan. Wer bûye ku em li gorî Serokwezîr ji xwe re dibêjin rojnameger û dixwazin "egzotîk" bibin. Li dijî van gotinan bi rastî jî mirov şaşomaşo dibe. Ji ber ku kêfa hikumetê nayê em nikarin nasnameya xwe û nûçeyên xwe yên ku wan aciz dike ji holê rakin. Mi tu carî ev wekî diyardeya rojnamegeriya xwe nedît ku heta duh jî ez xwedî Karta Çapemeniyê ya Zer bûm. Ji ber wê divê kes li bendê nebe ku em ê li dijî wê helwesta ku dixwaze pîşeyê me tune bike, bêdeng bimînin.
HEKE HÛN BIPIRSIN...
Heke hûn bipirsin desthilatdariya siyasî çima ew qas bê perwa bûye, mixabin ez ê dîsa hin hempîşeyên xwe bidim nîşan. Cihê ku her demê li gel heqîqetê bisekinin, wan li gel hêz û pere cihê xwe girt. Dema rewş ev be, ev şûrê ku îro stûyê me jê dike, ya rast me tûj kir. Hûn dizanin gotineke meşûr a wezîrê propagandayê yê Hîtleran ê bi navê Gobbels heye. Çi gotibû: 'Çapemeniyeke bi wijdan bidin min, ez ê civakeke bê hiş bidim we. Her dem li ber destê xwe artêşeke kase alês bigirin, bila bêjin. Teqes kesên ku jê bawer bikin dê derkevin. Derewên mezin bikin. Ji ber ku mirov ji derewên piçûk zêdetir, ji derewên mezin bawer dikin.'
Wêneya ku îro em têde cih digirin, ev çapemeniya muxalîf ji bo rastiyê bigihîne gel û pêşî li derewan bigire, her tiştî dike, ji hêla din ve medyaya alîgir jî her tiştî berovajî dike. Tenê piçekî jî ji rastiyên heqîqetê re tehmûlê nake. Polîtîkaya şer, ne wekheviya aborî, bêkarî, cudahiya nijadî û olî, komkujiyên jinan, dejenerebûna çandê û talana ekolojîk... Yanî di her warê jiyanê de heqîqet ji tê berovajîkirin û bi polîtîkayên derewîn ev rastî ji gel tê veşartin. Yên li dijî vê derdikevin jî tên wêderkirin. Di vê dabeşkirinê de tenê em û ew.
Weke ku hûn dizanin di mîtolojiya Yunan de Haydut Procrust heye. Ev Haydut qûrbaniyên xwe yên digire, piştî bi textê razanê ve girê dide, gava bejna wî ji text mezintir be piyên wî jê dike. Dema bajna wan ji textê razanê biçûktir be, vê carê jî hewl dide wan dirêj bike. îro civaka Tirkiyeyê dixwazin bikin yek reng û bişibînin hev. Yek ji van gavên herî girîng Medyaye. Ên ku li dijî vê yekê derdikevin, mîna min tên sûcdar kirin û îro di girtîgehan dene.
ERKA ME ROJNAMEGERAN AGAHDARKIRIN E
Îdîanameya derbarê me de hatî amade kirin, delîla şênber a vê yekê. Erka me rojnamegeran raya giştî agihdar kirine. Ji bo gel bigihe rastiyan em navbeynkariyê dikin. Ji ber vê yekê em tenê di ber gel de erkdarin. Lê îro ne bi daxwaza gel destên me hatine kelepçekirin. Ji ber hikûmet ji nûçeyên me çêkirîn nerehet bû, destên me xistin kelepçê. Ji ber me nûçeyên Wezareta Enerjiyê Berat Albayrak ên ne hiqûqî ji gel re ragihan em tên darizandin. Têkildarî e-maîlên hatin bidest gistin tu agahiya min tuneye. Di nûçeyên medyaya civakî de hayî min ji wê e-maîlê çêbû. Di îfadeya xwe ya berê de jî min ev yek anî ser ziman. Piştî min hin e-maîl lêkolîn kirin, min dît ku di naveroka wê de bêhiqûqî heye û bi erka Wezîr re ne girêdayî ye. Piştre min nûçeyên wê çêkir. Di vê mijarê de min ferman ji tu kesê negirtiye. Derbarê kesayeta û jiyana taybet a Wezîr de min tu agahî nekirine nûçe û neweşandiye. Tiştên min kirin mijara nûçeyan, têkiliyên sînorê erka xwe derbas kirin bûn. Birêz dozger di îdîanameyê de ji bo van têkiliyên qirêj gotiye “Faaliyetên stratejîk.” Tişta ecêp jî eve. Ez meram dikin, bi DAIŞ’ê re bazartiya petrolê kirin, di kîşan çaçoveya faaliyetên stratejîk de cih digire. Cardin dozger hinek agahiyên di e-maîlê de cih digirin, gotiye ku “hatiye manîpule kirin.” Lê heya niha tu kesî ev agahiyên div ê e-maîlê de ne derewandin.
Bi polîtîkayên êrîş û hezimkirin heqîqet ji civakê tê veşartin. Êdî em ketine rewşeke wisan de tehemûlî nemaye. Ger em li welatek demokrasî û hiqûq serdest bûya, ji bo wan e-maîlan kê dibe bila bibe dê bihata darizandin. Lê îro ne ew, ên ku ev rastî aşkere kirin tên darizandin. Bê guman tirsa heyî pir mezin e. Ji ber vê yekê Tirkiye vegûheriye girtîgehe sergirtî ya gelan. Dixwazin me jî bikin parçeyekê vî şerî. Hemû siyasetmedar, akademisyen, kedkar, jin, xwendekar û karkerên li dijî vê yekê derdikevin, maf û azadiyê dixwin em dibînin çi li wan kirin. Ji bo çavên bê dîtin û guhenên bên bihîstin hemû tişt li holêye.
Birêz heyet di vê darizandinê de dixwazin bala we bikişînin ser mijareke din. Di rejîmên demokratîk de dema siyasetmdar û rayedar erka xwe xirab bikar bînin, îstîfa dikin. Lê li welatê me ev yek qet nayê kirin. Weke hûn jî dibîn in Wezîr erdemtiya îstîfa bike nîşan neda. Êdî em fêrî van rewşan bûne. Lê em ê tirs û şerma dozgerên komerê li ku derê bi cih bikin. Diyare polîtîkayên tirs û hezim kirin li dûra hiqûqnasan jî girtiye. Weke tê zanîn tişta em îro li ser diaxivin zavayê Serokomare. Girîngiya vê dozê jî eve. Zavayên wan heya roja îro serê gelek AKP’iyan xwar. Birînek biçûk jî li vir vebe, dê rê li kunkirina diwarên Qesrê veke. Ji ber vê yekê polîtîkayên 'êrîşkar' birêve dibin.
GIRÎNGIYA HEQÎQETÊ LI GEL WAN TUNE
Li aliyekê ev tên jiyîn, li aliyê din jî hin navendên medyayên alîgir serê xwe xistine qûmê û me sûcdar dikin. Ji xwe ew bêtir girîngiyê didin gotin û daxuyaniyê xwe. Tu girîngiya heqîqetê li gel wan tuneye. Ji ber vê yekê feraseta mafya ya li ser dewlet û siyasetê hakîm bûyî, eleqeya medyayê dikişîne. Mînak; rojnameya Mîliliyetê xelata 'Karsazê qencxwazê herî baş' îsal da bavê mafyayê Sedat Peker. Vî kesî jî ji bo akademîsyenên belavoka 'Em nabin hevkarên vî sûcê' îzekirin, gotibû 'Em ê cihok cihok xwînê biherikînin.' Ev kes ji bo 300 hezar TL da Komeleya Jiyanê ya Bêxwînan, hêjayî vê xelatê hat dîtin. Xwedê dizane ev yek ka çend kes bi penceşerê xistin, pêdivî bi lêkolînê heye.
Parvekirinên min ê medyaya civakî jî mîna delîlên sû cdi îdîanameyê de cih digirin. Yek ji van parvekirinan, nûçeya ku di adresa medyaya civakî ya Ajansa Nûçeyên Rus Sputnîk bû. Nûçeya bi sernavê kurdî ya min parve kirî, wergera wê bi Tirkî kirin û parvekirin. Ya diduyan jî têkildarî nûçeya me servîs kirî bû. Di parvekirinên me de pênaseya “Gerîlla” jî sûd hatiye dîtin. Ev pênase di saziyên medyayên biyanî de jî tên bikaranîn û qebûl kirin. Di parvekirina me ya sêyemîn de jî daxuyaniyek HDP’ê ya di demek cûda kirîbû sûc hatiye dîtin. Ev daxuyanî li ser esasê daxwazên rêveberiyên xweser hatibû kirin. Medyaya heyî ambargo danîbû ser daxuyaniyê partiye, min jî bi raya giştî re parve kir. Ev parvekirin û hemû parvekirinên min ji rastiya wê dûr hatine dest girtin û ji çewherê wê hatine derxistin.
LI SER VÊ AXE 40 SALIN ŞER HEYE
Li Cizîr, Sûr û bajarên din di bin navê 'têkoşîna bi terorê re' operasyon hatin kirin. Beriya em li encamên van operasyonên ku zerara maddî û mirovî dane; divê em li pêvajoya ku em anîn vê rewşê binerin. Li ser vê axê zêdeyî 40 salan şer heye. Bi hezaran mirov di vî şerî de hatin kuştin. Seqet man. Koçber bûn. Çavkaniyek pir mezin a aboriyê li şer hat xerçkirin. Bi salan şer hem zerar da ruhê me û hem jî zerar da aboriya me. Dawiya dawî gavek erênî hat avêtin û pêvajoya çareseriyê hat destpêkirin. Vê pêvajoyê tevî her tiştên borî ruyê mirovan kenand. Hola ku mirov birîn û êşên hev hîs bikin ava kir. Rê vekir ku mirov hev fam bikin. Lê piştî hikûmetê dît ku berjewendiyên wê yên siyasî xera dibin dawî li vê pêvajoyê anî. Ji bo hevdîtin û diyalog bê kirin tevî hemû bangan hikûmetê bersîv neda. Em hemû kes niha encamê dibinin. Bersîva daxwaza gelê kurd a azadî, wekhevî û xweseriyê bi kuştin, tundiya dewletê dan. Tundî zêde kirin. Cizîr, Sûr mînaka herî bi êş ya vê bersîvê ye.
Birêz dozger, di îdîanameye de neheqiya di operasyonê de nabîne. Operasyonên li vir tên meşandin wekî “xebatên neqandinê" pênase kiriye. Lê ya rast ewe ku bi sedan welatiyên sivil ku di navde zarok, ciwan û jin hebûn hatin kuştin. Mirov neçar man xwe bavêjin jêrzemînan. Bi rojan tî û birçî hatin hiştin. Xaniyên wan bi serê wan de xerakirin. Perçeyên bedena mirov ji nava molozan derxistin. Hêj bi dehan cenaze nahiten dîtin. Kesên xwestin ji malên xwe derkevin jî di meha Remezanê de zilma Kerbelayê anîn zerê wan.
DAYIKA TAYBET Û BI DEHAN KES LI KOLANAN KUŞTIN
Lê mirovan dixwest ku zilm û tirsa bi salan dijîn bi dawî bibe. Dixwestin ziman, nasname û çanda xwe bê tirs bijîn. Dixwestin jiyanek azad û wekhev bijîn. Îro li 20 welatên cîhanê rêveberiyên xweser hene. Ev yek ji bo kurdan zêde dîtin. Ji bo vê daxwaza kurdan li ser kurdan gule û bombe reşandin. Di heman demê de Şaredarê Stenbolê Kadir Topbaş, ji bo Stenbolê xweserî xwest. Hevserokên HDP’ê wekîl û zêdeyî 90 hevşaredarên DBP’ê îro hêj girtî ne. Qeyûm tayînî 83 şaredariyan kirine. Ev bi xwe ne cudakarî ye? Ger ku ne cudakarî bûya dê li Şirnexê piştî Hacı Lokman Birlik hat kuştin cenazeyê wî li pişt panzêrê kaş nekiribûna. Dê cenazeyê Cemile Çagirga li sarincê nehata veşartin. Pitik Miray dê di hembêza dayika xwe de nehata kuştin. Dayika Taybet, dayika 5 zarokan Selamet Yeşilmen û bi dehan kesên din dê li kolanê nehatina kuştin.
Hem hatin kuştin û hem jî 'terorîst' hatin îlankirin. Neheqiyên li kolanên herêmê pêk hatin di raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) de hatin weşandin. Di raporê de ji bo tiştên pêk hatin de wekî 'tabloya dişibe qiyametê' pênase kirin. Di raporê de hat diyar kirin ku 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Delilên li herêmê piştre hatin windakirin. Li gel vê yekê em ji lêpirsînê natirsin ku geşedanên li wir lêkolîn bikin. Sedema vê yekê jî qereqolên di hişê me de hatine avakirin. Der barê Cizîr û Sûrê de heqîqetekek din a em qebûl nakin heye. Ev rastî jî îro 'zarokên kevir davetin' mezin bûne. Wisa fikirin ku ew zarok mezin nebin. Wan zarokan duh kevir avêtin îro rahiştin çekan. Divê civaknas li ser vê yekê serê xwe biêşînin. Divê bifikirin ku dê aştiyê û aramiyê çawa pêş bikin?
ME QET JI PAŞEROJÊ DERS NEGIRTIYE
Rewşa em têde xuya dike ku me qet ji paşerojê ders negirtiye. Birêz heyet, hûn dizanin polîtîkaya neçareseriya pirsgirêak kurd, a salên 90’an rê li pêş çi vekir. Ew sal hêj di kuçekî mejiyê me de rûniştine. Kesên bi gotinên zelal pêkanînên wê serdemê anîn ziman Koramiral ê tewawît Atilla Kiyat e. Kiyat, di demeça sala 2010'an de got “Pêkaninên salên 1990 - 2000'an polîtîkayên dewletê bûn. Ev bû sedem ku nişfê wê demê li dijî dewletê derkevin. Pêkanînên der hiqûqî çêbûn. Kesên ji doza Ergenekon ên ji kuştina kujerên nediyar hatin girtin tu kesên girtî tune ye. Her dem dibêjim ev kesana wê demê tegmen û serbas bûn. Sal 94-95 bû. Ez niha dibêjim serokwekwezîr, serokomar û wezîrên salên 94, 95, 96, û 97’an û waliyên OHAL'ê dema hûn radizên hûn çawa rehet radizên? Ji kerema xwe re derkevin û vebêjin. Ev kuştiyên kujerê wan nediyar politîkaya dewletê bû? Li ser van zarokan polîtîkaya dewletê meşandin? Na ger ku hûn dibêjin ‘Na polîtîkayek wisa ya dewletê tune ye' derkevin bêjin. Ez nafikirim ku polîtîkayek dewletê ya wisa hebe. Ji ber ku serbazek nabêje ez Hasan û Mehmet bikujim û vê terorizmê xelas bikim' Yek ji jor de fermanê dide wî.
Yek ji endamên civakê yên ku bi rêbazên cuda pirsgirêka kurd anî ziman Musa Anter bû. Beriya bê infaz kirin got “Ez hem şahid, hem mexdûr û hem bersûcê pirsgirêka kurd im." Ev gotina Musa Anter îro jî derbas dibe.
Dema ez bi çavê xwe lê binerim gelek tiştên dîtir ez li ser zêde bikim. Wekî min di agahiyên xwe de parve kirin, Ez li Licê ji dayik bûm. Ez 35 salî me. Ez di nava pirsgirêka kurd de çêbûm. Ez bi tesira wê mezin bûm. Ez li bajarê ku Bahtiyar Aydin bi şik hat kuştin çêbûm. Min bi çavê xwe dît çawa hat xerakirin û şewitandin. Min dît ku çawa mirov li qadan di lêdanê re derbas bûn. Bi dehan caran ji bombe û guleyan rizgar bûm. Îro bi şensek mezin ez sax im. Piştre em tevî malbatê bi zorê em koçî Stenbolê bûn. Ez jî wekî Musa Anter hem mexdûr, hem şahid û hem bersûcê vê pêvajoyê me. Di heman demê de ez hafizaya vê pêvajoyê me. Ya ku li jiyan, azadî û edaletê digere ev hafiza bi xwe ye.
SEDEMA EZ BÛM ROJNAMEGER
Sedema hilbijartina min a pîşeya rojnamegerîyê jî ev hiş û hafize ye. Min xwest wê şahidiya xwe bi were parve bikim. Piştî Lice hat xerakirin û şewitandin Serokwezîra wê demê Tansu Çiller hat navçeyê. Ji ber hatina Çîler, polîsan hemû welatî bi zorê anîn qada navçeyê. Ji ber vê yekê destûr dan Xebatkarên çapemeniye ku têkevin navçeyê. Li nêzî min rojnamegerekî ji welatiyekî navçeyê pirsa 'Kê ev tişt anî serê vê navçeyê?' Welatî jî di bin siya çekan de wiha got: 'Bi rastî jî hûn nizanin kê wisa kiriye?'
Rastî û heqîqeta min anî ziman tev di vê pirs û bersîva vê pirsê de veşarî ye. Ji ber ku min ew roportaj di nûçeyên saetên şevê de bi awayekî pir cuda temaşe kir. Ez di wî temenî de fêrî heqîqetê bûm. Wî rojnamegerî belkî ji ber ew heqîqet dît û hîn zêdetir neheqî ranekir dest ji rojnamegeriyê berda. Îro wêneyê xweza û belgeselan dikişîne. Ez jî dijberî vê yekê ketim bin bandora vê yekê û min rojnamegerî tercîh kir. Min hewl da bi baldarî û rastî heqîqet û rastiya jiyanê bi gel re parve bikim. Ez bi berpirsiyarî tev geriyam. Tişta herî zêde ji bo wê têkoşiyam jî ew bû ku ez rastî pirsek wisa neyêm.
Têkildarî vê bûyerê û vê şahidiyê, ez jî dixwazim pirsa wî welatî ji we heyeta rêzdar bipirsim. “Bi rastî hûn nizanin kî bersûc û kî mexdûr e.
Ez bersîva vê pirsê dixwazim ku heyeta we ji dengê wîcdanê xwe dûr nekeve bibersivine. Dixwazim dawî li vê mexdûriyeta min a ew qas mehin didome bîne. Ez li gorî vê yekê tahliye û beraata xwe dixwazim. Hurmetê xwe pêşkêş dikim."
Parastina rojnamegeran didome.