ENQERE - Belgeya ku îmzeya polîsên Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ya Enqereyê di binî de ye û Serdozgerê Komarê yê Enqereyê bi sernavê "girteka lêpirsînê" destnîşan kiriye, ji bo endamê SES'e Mahmut Konuk îbareya "dibe ji bo rêxistinê aktîf be" xebitandiye û xwestiye di hedefa polîsan de be. Berdevkên sendîkayê û ÎHD'ê der barê mijarê de daxuyanî da û aşkera kirin ku ji jiyana Konur dewlet berpirsyar e.
Serdozgerê Komarê yê Enqereyê raste rast endamê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Mahmut Konuk bi îbareya "Dibe ji bo rêxistinê aktîf be" hedef da nîşan û ji polîsan xwest bi mijarê re eleqedar bibin. Daxuyaniya ku ji bo Konuk hat dayîn de, ji ÎHD, HDP, KESK û SES'ê bi dehan kesî piştgirî da Konuk.
Hevseroka SES'ê Gonul Erdem metna daxuyaniyê xwend û aşkera kir ku Mahmut Konuk di nav "kesên di hedefa polîsan de ye" û ev tişt got: "Ev agahî û daxwazên ji bo der barê Konur de di metna dozgeriyê de gelekî bi fikar in. Konur wekî kesekî di nav rêxistina terorê ya çekdar de cih girtiye û divê di hedefa polîsan de be hatiye nîşandan, ev hemû tewanbarî li dijî makeqanûnê ne."
Erdem bal kişand ser kesên li Enqereyê hatine revandin jî û aşkera kir ku ji jiyana Konuk dewlet berpirsyar e. Mahmut Konuk jî destnîşan kir ku heke ji derveyê qanûnan sûcek kiribe, bila cezayê wî bibirin, berovajiyê wê heke saksi ji li serê wî keve dê dewlet berpirsyarê vê be. Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk jî piştrast kir ku bi OHAL'ê re welat vegeriyaye salên 90'î ev jî bi polîtîkayên AKP'ê yên faşîzan ve girêda.