ANTALYA - Girtiya bi navê Bêrîvan Aydin a ji Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê tehliye bû, aşkera kir ku girtiyên rewşa wan baş jî di şertên girtîgehê de nexweş dikevin û ev tişt got: "Gelek girtiyên ku sewqa wan a nexweşxaneyê derdikeve jî piştî 6 mehan wan dibin nexweşxaneyê. Dema di komaya şekir de bûm ez saet û nîvekî li ser piyan dan rawestandin û piştre bi kelepçekirî li ser piyan xwestin derman bikin."
Rêvebera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Antalyayê Bêrîvan Aydin di 15'ê Adarê de hat binçavkirin, bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" hat giritn. Piştî 8 mehan di girtîgehê de ma, serbest hat berdan û der barê îşkenceya li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê de agahî da. Aydin aşkera kir ku binpêkirinên mafan bi pêvajoya binçavkirinê re dest pê dike û wiha got: "Her roja ku em dibirin nexweşxaneyê û di bin çavan de ji ber ku bi kêmî tiştên avî didan me, di roviyên me de pirsgirêk deket. Min ev rewş ji bijîşkekî re got, dermanê xewê dan min û roja din dema ez çûm nexweşxaneyê, heman bijîşkî beloqî li min mêze kir û got ku 'Tu çiqasî xweşikî razayî.' Ez 14 rojan di bin çavan de mam. Di roja 7'an de dema ev bûyer hat serê min, min nexwest ez biçim nexweşxaneyê."
‘BI KELEPÇE Û SER PIYAN TEDAWÎ...’
Aydin destnîşan kir ku piştî hatiye girtin, ew birine girtîgehê û "lêgerîna tazî" li ser wê ferz kirine, ji ber ku ev qebûl nekiriye ew avêtine hucreyê. Aydin piştrast kir ku ew nexweşa tansiyonê ye û ji ber wê her dem li ser hişê xwe çûye û wiha pê de çû: "Di 6'ê Adarê de sewqa min hat kirin, lê ez nebirim nexweşxaneyê. Di demek kin de ez ketim komaya şekir. Ambûlans nehat. Cendirmeyan nehiştin min bibin. Saet û nîvekî li ber deriyê girtîgehê ez li ser piyan rawestandim. Herî dawî bi maşîneya rîngê birin nexweşxaneyê. Di wê rewşê de hem bijîşk û hem jî cendirmeyan bi kelepçeyê û li ser piyan dermankirin spartin min. Ji ber ku min dermankirin wiha qebûl nekir, ez şûnve vegerandim girtîgehê."
Aydin da zanîn ku kesên saxlem dikevin girtîgehê nexweş dikevin, ew bi xwe jî li girtîgehê bi nexweşiya şekir ketiye û gelek girtiyên din jî her çendî sewqa wan derdikeve, piştî 6 mehan wan dibin nexweşxaneyê.
‘NASNAMEYA QARTÎ DISPÊRIN WAN’
Aydin derbirî ku her roj li ser piyan hejmarê dispêrin wan, dixwazin kartên ku nav û paşnav, ji kîjan sûcî tên darizandin bidin girtiyan û kesên vê qebûl nakin, der barê wan de lêpirsîn tê vekirin.