MÊRDÎN – Piştî Waliyê Mêrdînê li gundê Kaynakkaya ya navçeya Mehsertê 12 tax qedexe kir, li herêmê şer derket. Hat gotin di şer de 2 leşker birîndar bûne.
Walîtiyê Mêrdînê di saetên serê sibehê de li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê li 12 gundan qedexeya derketina derve îlan kir. Piştî qedexeyê leşker derketin operasyonê û şer derket.
Hat gotin li gundê Kaynakkayayê operasyon hatiye destpêkirin û di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkeran de şer derketiye. Li gorî agahiyên destpêkê di şer de 2 leşker birîndar bûn. Tevgera leşkerî ya li herêmê dewam dike û bi tevlêbûna helîkopteran cih bi cih şer jî didome.