ŞIRNEX - Li Cizîrê jina bi navê Feyruz Pulat a 29 salî bi pitika xwe ya 8 mehî ya di zikê xwe de jiyana xwe ji dest dabû, di hevdîtinên telefonê yên dosya lêpirsînê de derket holê ku jina ducanî bi saetan li benda sewqê û ambulansê maye.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jina bi navê Feyruz Pulat a 8 meh bû ducanî bû, piştî rakirin Nexweşxana Dewletê ya Cizîrê, ji ber bijîşka nexweşiyên jinan a pispor tinebû jiyana xwe ji dest da. Di dosyaya lêpirsînê de tiştên sosret derketin holê û hat gotin ku xebatkarên tendurstiyê yên Nexweşxaneya Sîlopiyê û Şirnexê ji ber nexweş qebûl nekirine û ambulans nedane, dayika du canî jiyana xwe ji dest daye.
Pulat a di 1986’an de hatiye dinê xwedî 3 zarokan e û hemû zarokên xwe bi sezeryanê anîne dinê. Di cara çaremîn a ducaniyê de ku divê di meha dawî de li nexweşxaneyê bimana, beriya jiyana xwe ji dest bide gotibû ‘ez nikarim bîhna xwe bigirim’. Hevjînê wê gazî ambulansê dike û saet di 04.00’an de ambulans tê û wê radikin Nexweşxaneya Cizîrê.
NE AMBULANS Û NE JÎ BIJÎŞK HEBÛ!
Pulat çawa digihêje nexweşxanê ji ber pispora welidînê ya nexweşiyên jinan tine, bijîşkekî din wê derman dike. Êşa jina ciwan zêde dibe û wê dixin NST’ê. Bijîşkên li navçeyên din ji bo sewqê li bijîşkên pispor ên nexweşiyên jinan digerin. Tevî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnex û Sîlopiyê pisporê welidîna jinê hebûn jî Pulat qebûl nekirin. Jina du canî heta saet 8’an rawestandin û piştî ku ji ser hişê xwe diçe wê digirin beşa sezeryanê. Lê jina ciwan bi pitika xwe re li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide.
Husnu Pulat diyar kir ku bijîşk û rêveberiya nexweşxaneyê hevjîna wî îhmal kirine û der barê hemû bijîşk û xebatkarên nexweşxaneyê de serlêdana sûc kir. Di dosya lêpirsînê de hat dîtin ku bijîşkên Şirnex û Sîlopiyê di axaftinên telefonê de nexweş red kirine.
Bijîkên ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ewil mudaxaleyî Pulat dikin di axaftina bi telefonê ya bi KKM’ê de diyar dike ku divê ji bo sewqkirina F.A ambulans bê.
Personelê KKM’ê dibêje ekîba 112’an ne amade ye û wê ji herêma herî nêz ambulansê bixwaze. Doktor F.A destnîşan dike ku rewşa Pulat ne baş e û dixwaze sewqî Amedê bê kirin. Bijîşk F.A ji peywirdarî KKM’ê re rewşê dubare dike û dibêje divê sewqî Nexweşxana Dewletê ya Sîlopiyê bê kirin.
Bijîşkê KKM’ê hewl dide xwe bigihîne bijîşka pispor a jinan. Lê kes bersiv nadê. Nexweşxaneya Sîlopiyê dibêje ku li vir rewşa serwîsê qelse, bibin nexweşxaneyek din. Ji F.A. tê xwestin ku testa xwînê bikin û bişînin Amedê.
Hevdîtinên navbera bijîşk û KKM’ê de digihêje biryara ku nexweşê bibin Amedê.
Bijîşkê bi navê F.A. di îfadeya ku daye qerekolê, aşkera dike ku bi bijîşkê pispor ê jinan ê Nexweşxaneya Şirnexê re hevdîtin kiriye û tevî ku gotiye divê hûn nexweşê bibînin jî bijîşkê Şirnexê qebûl nekiriye.
Husnu Pulat der barê mijarê de wiha axivî: "Ne Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, ne jî ya Sîlopiyê hevjîna min qebûl nekir. Min got ku hevjîna min nikare bêhna xwe bistîne. Min ambulans xwest lê bijîşk F. got ku ambûlans tune. Gotin tu dikarî bi derfetên xwe bibî Amedê. Hevjîn û zaroka min ji ber îhmalkariyê mirin. Ez der barê bijîşk Firat beg, nexweşxaneyên Şirnex û Sîlopiyê de gilîdar im.”