WAN - Gelê Wanê bertek nîşanî pêkanînên li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û xwestin demek berî demekê heyet biçin bi Ocalan re hevdîtin bikin û wiha gotin: "Hûn bi kuve biçin biçin dîsa çareserî li Îmraliyê ye."
Ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha bi tu awayî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tenê tê girtin tu agahî nayê girtin. Piştî nûçeyên têkildarî tenduristiya Ocalan di medya civakî de hatin belavkirin fikar û meraqa gelê kurd zêdetir bû. Gelê Wanê li dijî pêkanînên li ser Ocalan bertek û nerazibûnên xwe anîn ziman. Gele Wanê diyar kirin ku dema hevdîtin û diyalog hebe aştî û çareserî jî heye û dema hevdîtin qut dibe û agahî ji Ocalan nayê girtin şer, alozî û rageşî zêde dibe. Gelê Wanê anî ziman ku li her derê û her demê çareserî di destê Ocalan de ye û çaresrî li Îmraliyê ye.
Welatî Nadir Adar, diyar kir ku zêdeyî 3 milyon mirovan got "Ocalan vîna me ye" û wiha got: "Bi tecrîda li ser Ocalan li ser 3 milyon gel tecrid tê meşandin. Em dixwazin Birêz Ocalan azad bibe. Em dixwazin Birêz Ocalan bê berdan. Ji ber ku ew her dem hiqûqê diparêze. Nêzî 3 salin em agahiyê jê nagirini. Em dixwazin malbat, parêzer û heyet biçin hevdîtin pêre bikin û agahî jê bigirin. Heta ku Îmralî erê neke li vî welatî aştî û çareserî peş nakeve. Hûn bi kuve biçin biçin dîsa çareserî li Îmraliyê di destê Ocalan de ye. Kes ne wekîlê Ocalan e. "
'EM LI BENDÊ NE KU JI ÎMRALIYEKÊ AGAHIYEK BÊ'
Esnaf Hasan Bellî jî diyar kir ku çareserî bi diyalog û muzakereyan pêş dikeve û wiha got: "Ji bo çareserî pêş bikeve divê bi Ocalan re hevditin bê kirin. Ji ber vê yekê em dixwazin heyeta Îmraliyê û malbata Ocalan demek berî demekê biçin bi Ocalan re hevdîtin bikin. Em hemû li bendê ne ku agahiyek û peyamek ji Ocalan bê girtin. Em bawer dikin ku bi rakirin tecrîdê li ser Ocalan aştî û çareserî pêş bikeve."
YEKANE NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ ÎMRALÎ YE
Esnaf Huseyin Taş jî anî ziman ku li vî welatî nêviyê butçeya Tirkiye ji şer re hatiye qetandin û wiha got: "Şer xweza û jiyana mirovan wêran dike. Zerarê dide xweza û ekolojiyê. 40 salin li vî welatî şer heye. Çareserî di diyalog û naskirina mafan de ye. Çareserîli îmraliyê ye.
Welatî Mesut Irk jî anî ziman ku ew li bendê ne ku agahiyek i Ocalan bê û wiha got "Ji ber ku mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye."