STENBOL – Parêzer Erdal Dogan, danişîna doza parêzvanên mafên mirovan ku dê bê dîtin nirxand û wiha got: “Hûn ne dikarin vana bikin sîxur ne jî ‘endamê rêxistinê’. Heke hûn ji wan derxînin tenê hûn dikarin parêzvanên mafên mirovn ên peywira xwe baş bi cih tînin ji wan derxînin.”
Danişîna ewil a 11 parêzvanên mafên mirovan ku dema di 5’ê Tîrmehê de li Buyukadaya Stenbolê civîn çê dikirin hatin binçavkirin û paşê hatin girtin, dê di 25’ê Cotmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a 35’an a Stenbolê bê dîtin. Yek ji parêzerên dozê Erdal Dogan, danişîna ku dê sibê bê dîtin nirxand.
Dogan, diyar kir ku hin çapemeniyên piştevaniya hikûmetê dikin, dozê di atmosfereke lîncê de nîşan dan û ev tişt gotin: “Daraz jî li gor vê atmosfera lîncê peywirek ji xwe re derxist. Hatin binçavkirin û girtin. Nêzî 4 mehan e jî girtî ne. Tu delîleleke madî jî tune ye. Ev kes parêzvanên mafên mirovan e. Hûn ne dikarin vana bikin sîxur ne jî ‘endamê rêxistinê’. Heke hûn ji wan derxînin tenê hûn dikarin parêzvanên mafên mirovan ên peywira xwe baş bi cih tînin ji wan derxînin.”
'KOMEKE KU NERIHET DIBE HEYE’
Dogan, dest nîşan kir ku di beşeke îdianameyê de saziyên civaka sivîl, parêzvanên mafên mirovan û hin siyasetmedar û rojnamger bi “deranîna aloziyê” tên tawanbarkirin. Dogan, diyar kir ku ev îdia tim tên bilêvkirin û wiha got: “Li vir bi ya min tirsa sereke ew e ku ev sazî û xebatkar li gor huqûqê, Makeqanûnê û huqûqa navnetewî karên xwe dikin. Komek heye, ji vê rewşê nerihet e. Ji bo krîmînalîzekirinê, tawanbarkirinê û terorîzekirinê ev kom tim rewşeke aloziyê dide der. Wek kaosê dixin îdianameyan û di rojnameyan de jî wek lîncê didin.”
‘DAWÎ LI SILSILEYA CINAYETÊN HUQÛQÎ BÎNIN’
Dogan, diyar kir ku di îdianameya der barê parêzvanên mafên mirovan hatiye amadekirin de navê sê rêxistinan derbas dibe, lê belê tu zemîneke huqûqî ya pêwendiya bi van rêxistinan re tune ye. Fezleke veguheriye îdianameyê. Rêxistinên navborî hemû jî yên çekdarî ne, lê belê ev mirov dijberê şidetê ne.” Dogan, dest nîşan kir ku divê parêzvanên mafên mirovan di danişîna 25’ê Cotmehê de bên tehliyekirin û wiha got: “Em dixwazin di danişîna ewil de dawî li silsileya cinayetên huqûqî bê.”
Navê parêzvanên mafên mirovan ên der barê wan de herkê 15 sal ceza tê xwestin ev in:
Peter Frank Steudtner, Ali Ghravi, Endamê Komeleya Welatiyan Nalan Erkem, Endamê Koalîsyona Jinan İlknur Ustun, Nûnerê Tirkiyeyê yê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Taner Kiliç, Dîrektora Tirkiyeyê yê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî İdil Eser, Endamê Desteya Rêveber a Tirkiyeyê ya yê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Veli Acu, Endama Komeleya Rojeva Mafên Mirovan Gunal Kurşun, Endamê Komeleya Şopandina ji bo Mafên Wekhev Nejat Taştan, Endama Komeleya Welatiyan Ozlem Dalkiran, aktivîstê Mazlûm-Dera berê Şeyhmus Ozbekli.