STENBOL – Karkerên DHL Express ji ber ku sendîkayî bûn ji kar hatin derxistin, 100 roj in çalakiyên wan didome. Karkeran, diyar kirin ku pêwist be dê 300 rojên din jî li ber xwe bidin û bi ser bikevin.”
Li taxa Guneşlî ya Bagcilara Stenbolê 9 karkerên li Navenda Giştî ya DHL Exprees dixebitîn ji ber endamên Turk-Îş’ê bûn ji kar hatin derxistin. Karker ji bo vegerin karê xwe 100 rojin çalakiyan li dar dixin. Karkerên ji kar hatin derxistin ji 17’ê tîrmehê vir ve li ber avahiya DHL Exprees çalakiya xwe didomînin. Çalakî ji saet 08.00’an heta êvarê saet 17.00’an pêk tê. Gelek nûnerên saziyên civakî û nûnerên sendîkayê çalakiya karkeran ziyaret dikin û piştgiriyê didin wan.
'DÊ ÇÎNA KARKERAN BISER BIKEVE’
Karkerê bi navê Sînan Tursun destnîşan kir ku çalakiya wan ket roja 100’emîn û biryardariya wan wek roja ewil dewam dike. Tursun anî ziman ku bi têkoşîna didin re hişmendiya wan çînî hin bêtir çêbûye û got: “Sedemîn roja çalakiya me bandora polayê li me dike. Ne 100 roj 300 roj jî dewam bike em ê gav paş de neavêjin. Heta têkoşîna bigîhîje serkeftinê dê bidome. Serkeftin bi dest xistin û têkoşîn dayîn tenê ne ji bo me ji bo hemû mafê karkeran e. Divê hemû karker xwedî li çalakiya me derbikevin.”
‘FON PARVEKIRIN HÊZ DA WAN’
Karkerê bi navê Berk Kalyoncu jî diyar kir ku eleqeyek û destekek mezin ji bo wan heye û piştgirî hêz dide wan. Kalyoncu da zanîn ku herî zêde piştgirî wî bi bandor dike û wiha dewam kir: “Piştgiriya herî girîng jî ya karkerê ambarê ye ku ji bo me fon ava kirin. Vê yekê bandorek mezin li ser min kir. Karkerê ku bi zehmetî debara xwe dikin piştgiriya wan a ji bo me berxwedan û têkoşîna çîna karkera bi hêztir dike.”
MA / Metîn Yoksu