ÎZMÎR – Waliyê Îzmirê qada SÎT'ê ku di bin parastinê de bû, ji Herêma Parastina Xwezayî derxistin û ji bo Otela 5 stêrk pêşkêşî Holdinga Adali kir.
Wezareta Bajarvanî û Derdorê bi rapora “Lêkolîna Zanistî ya li ser Bingehê Ekolojiya Çar Demsal" li qad û derdorên ku SÎT'ên xwezayî ne guhertin çêkirin û bi van guhertinan qadên SÎT'ê ji mîmarê re vekirin. Li gelek herêmên Tirkiye qadên SÎT'ê ji sînorê Qadên Parastina Xwezayi û Herêmên SÎT'ê derxistin û rê li pêş mîmarê vekirin. Piştî vê yekê Midûriyeta Bajar û Derdorê ya Walîtiya Îzmirê, destûr da ku qada ji 750 hezar metrekare pêk tê ya li Harêma Çeşme Alçati ku Wezaretê ji Herêma Pêşxistin û Parastina Turîzm û Çandê derxistibû ji mîmarê re bê vekirin. Walîtiyê destûr daku li vê qada Çeşme Alaçati Otela 5 stêrk a ji 250 odelî pêk tê bê avakirin. Walî pêdivî bi Rapora Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) nedît û destûr da ku otel bê çêkirin. Bi vî rengî li Qada SÎT'ê dê otela 5 stêrk bê avakirin.
QADA SÎTÊ PÊŞKÊŞÎ HOLDÎNGA ADALI KIRIN
Piştî Walîtiye destûr da Şîrketa Adali Holding dê li vê qadê otela 5 stêrk ya ji 250 odeyan pêk tê ava bike. Derket holê ku Şîrketa Înşaeta Serka ya girêdayî Adali Holdingê beriya ku Wezaret Palanên Parastinê biguhere projeyên xwe amade kiribû û li benda guhertina zagonê rawestiya bû. Înşaeta Serka di 24'ê Hezîrana 2016’an de serlêdana ÇED'ê bi sedema plana îmara nû ya Qadên SÎT'ê yên Xwezayî dabû rawestandin.
DI ASTA YEKEM HERÊMA ERDHEJÊ YE
Li qada ku ji bo projeya otelê destûr hatiye dayîn, di raporên bere yên Wezaretê de jî hat diyar kirin ku qad di asta yekem de qada erdhejê ye.
Şaxa Îzmirê ya Odeya Plansaziyên Bajar a TMMOB'ê, ji bo plana Îzmir Manîsa ya mezinahiya 1/100000 a Pergala Derdorê bê rawestandin, di 26'ê Sibata 2016'an de li 6'emîn Daîreya Dadgeha Bilind dabûn.
TALÛKE MEZIN E
Li navçeya Çeşme ya Îzmirê 620 hezar metrekare Asta yekemîn a Qada SÎT'ê ya Xwezayî ye. Li taxa Musallah 430 hezar metrekare herêma dar lê bên çandin. Li taxa Reisdere 100 hezar metrekare Qada Kesk e. Li taxa Ilica 400 hezar metrekare Qada Maki u Funda ye. Piştî ku qada taxa Alaçati ji SÎT'ê re bê vekirin qada Çeşmeya Îzmirê jî dikeve bin heman talûkeyê.