ENQERE – Polîsan di roja 349’emîn de carek din mudaxeleyî çalakiya Kolana Yukselê kir û 4 kes binçav kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 229’emîn de ye û çalakiya piştevaniya ji bo Gulmen û Ozakça û ji bo vegerin karê xwe di roja 349’emîn de didome. Kedkarên cemaweriyê yên hatin îxrackirin xwestin li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê daxuyanî bidin çapemeniyê lê polîsan ew asteng kirin. Li ser vê yekê çalakvan li Kolana Konurê li hev kom bûn. Polîsan li vir mudaxeleyî çalakvanan kir û pankartên wan çirandin. Her wiha polîsan di mudaxeleyê de Nazan Bozkurt, Gulnaz Bozkurt, Îlker Işik û Mehmet Dersulu jî binçav kirin.
4 kesên binçavkirî piştî demek serbest hatin berdan.