STENBOL - 16 kesên ku duh di çalakiya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hatin binçavkirin, li miduriyeta polîsan serbest hatin berdan.
Platforma Rêxistinên Demokratîk ên Stenbolê, di 22’ê Cotmehê de li Qada Khalkedon a kadikoyê, bi armaca balê bikişînin ser qedexeyên hevdîtinê yên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, xwest daxuyanî bidin çapemeneyê. Polîsan duh beriya daxuyaniyê mudaxaleyê girseyê kiribû û Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Cengîz Çîçek û Esengul Demîr jî di navde 16 kes binçav kirin. 16 kes, bi fermandariya dozgeriyê li miduriyeta polîsan serbest hatin berhdan.
16 kesên hatin binçavkirin û hatin berdan wiha ne: “Hevserokên HDP’a Stenbolê Cengîz Çîçek û Esengul Demîr, Hevserokên DBP’a Stenbolê Hulya Aydogdu û Alî Riza Bîlgîlî, Hevberdevkê Însiyatîfa Piştevaniya Girtîgehê yê Stenbolê Arîf Yilmaz, Rêveberên HDP’a bajêr a Stenbolê Resul Akkaya, Necdet Ozçelîk, Taylan Urun û Yaşar Arat, Hevberdevkê HDK’a Stenbolê Atîlla Ozdogan, Hevserokê HDP’a Ataşehîr Saît Kirmizitoprak, Endamên HDP’ê Şenol Ozbek,Yunus Aslan, Belen Mert, Baran Taylan û Omer Dînçer.