STRASBOURG - Nûnerên sazî û partiyên kurdan li Strasbourgê li pêş CPT kom bûn û bang li hikûmeta AKP'ê, rayedarên dewleta Tirkiye û Yekîtiya Ewropa CPT û rêxistinên navneteweyî kirin û xwestin demek berî demekê heyet biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin. Nûneran diyar kirin ku heta Ocalan azad nebe û agahiyek bi ewle ji Ocalan negirin tê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Nûnerên partî û rêxistinên kurdan ên çar perçeyên Kurdistanê û Ewropa li Strasbourgê li pêş saziya CPT'ê kom bûn û bang li Tirkiye, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî kirin û xwestin ku demek berî demekê heyetê biçînin Îmraliyê û heyet bi Ocalan re hevdîtin bikin. Nûnerên sazî û partiyên kurdan, di bin baranê de daxuyani dan. xwestin demek berî demekê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û Ocalan bigêje azadiya xwe. Nûnerên kurdan diyar kirin ku heta Ocalan azad nebe û tecrîd bi dawî nebe dê têkoşina xwe berdewam bikin.
Nûnerê Heyeta Îmraliyê Hatîp Dîcle, di civîna çapemeniyê ya li Strasbourgê de wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Oclana 19 salin di bin tecrîda giran de ye. Brêz Ocalan Rêberê Gelê Kurd ê stratejik e. Gelê kurd ê li ser zinarê tunebûnê bû, ji tunebûnê xelas kir. Rola Birêz Ocalan a li ser azadiya gelê kurd gelek mezin e. Tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd tê meşandin nayê peqûl kirin. Nezîkatiya CPT û saziyên ewropa ya li hemberî tecrîda li ser Ocalan dibe sedema bertekên kurd ên mezin. Em tu carî vê helwestê qebûl nakin. Em li hemberî vê yekê bêdeng namînin. Bila her kes baş zanibe ku tecrîda li ser Birêz Ocalan tê meşandin li ser milyonan gelê kurd tê meşandin. Birêz Ocalan ne tenê Rêberê Gelê kurd ê Stratejîk e. Di heman demê de rê nîşanî hemû jinên cîhanê daye. Ji ber vê yekê keda Ocalan di Şoreşa Jinê ya Rojava de pir zêde ye. Di heman demê de mîmarê fikra Şoreşa Jinê ya Rojava ye. Mîmarê neteweya demokratîk û modernîteya demokratîk e. Di heman demê de rê nîşanî ewropa jî dide. Ji ber vê yekê tezên Birêz Ocalan ên li ser sosyalîsmê têqebûl kirin. Birêz Ocalan ji bo me kesê jêveneger e. Ji bo wê em ji bo wî têdikoşin. Divê demek berî demekê heyeta CTP'ê bi lez biçe Îmraliyê û hevdîtina wî bike. Têkoşina me heta azadiya Ocalan dê wisa bidome. "
'EM AZADIYA OCALAN DIXWAZIN'
Endamê Partiya Yekitiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê Mahmut Davut jî anî ziman ku dê bi fikr û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heta dawi bişopînin û her dem ji bo azadiya Ocalan tê bikoşin û wiha got: "Em azadiya Ocalan dixwazin. Em bang li rayedaran dikin ku rêya li pêş Azadiya Ocalan vekin û terîdê bi dawî bikin. Heta Ocalan azad bibe emê têbikoşin."
'GER TIŞTEK BÊ SERÊ OCALAN DEWLET Û HIKÛMET BERPIRSIYAR E'
Serokê Kongreya Gel Remzî Kartal jî tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û wiha got: "Em destpêkê ji ber agahiyên der barê rewşa Ocalan de bi destê dewletê hatiye belav kirin, dewletê û berpirsiyaran şermezar dikin. Ger ku tiştek bi tenduristiya Ocalan bê hemû rayedar û berpirsiyarê dewletê berpirsiyar in. Gelê me û tevgera me dê hesap ji wan bipirsin. Dîsa hêzên di komploya navneteyî de cih girtine wekî dewleta Tirkiye berpirsiyar in. Em li pêş Konseya Ewropa û li pêş CPT bang dikin ku hemû rayedar xwe ji tenduristiya Birêz Ocalan berpirsiyar bibînin. Heta yekser heyet, perlamenter, parêzer biçin bi Brêz Ocalan re hevditin nekin û agahî jê negirin têkoşîna me dê bidome. Gelê kurd ji bo Serok Apo çi ji destê wî bê dê bike. Heta Serok Azad nebe em tê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Endame Tevgera Goran Dr. Serga Mehemet Emîn xwest demek berî demekê Ocalan û parlamenterên HDP'ê bên berdan.
Li ser navê rewşenbir akademîsyen Nivîskar Ahmet Nesîn jî anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan tê meşandin nayê qebûl kirin û ew li hemberî van pekanîna hikûmetê tu cari gavan başve navêjin û dê her dem têkoşîna xwe berdewam bikin.
DIVÊ GELÊ KURD LI KOLANAN BIN
Hevşaredara Cizire Leyla Îmret jî xwest demek berî demekê heyet biçin Îmraliyê û Heyeta CPT biçin Îmraliyê. Bila CPT karê xwe bike. Divê gelê kurd jî li kolanan be.
Girsê di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" berz kirin.
Nûnerê KNK'ê jî xwest demek berî demekê Ocalan azad bibe û anî ziman ku her çend Ocalan bi awayekî fîzîk ne li gel wan be û girtî be jî bîr û hizrê wî li gel gelê kurd e û got: "Bîr û hizrê wî mirovan rizgar dike. Li çar perçeyên kurdistanê ye. Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelê cîhanê lazim e.
Civina li Strasbourg di bin baranê de didome.